Nagîhan Akarsel li mala lê ji dayik bû hate bibîranîn 2022-10-10 11:39:20   KONYA - Nagîhan Akarsel a li Silêmaniyê hate qetilkirin, li mala lê ji dayik bû ji aliyê malbat û hevalên xwe ve bi qûrnefîl û findan hate bibîranîn.    Endama Navenda Jineolojiyê û edîtora Kovara Jineolojiyê akademîsyen, nivîskar, rojnamevan Nagîhan Akarsel, di 4’ê cotmehê de di encama êrişeke çekdarî de li bajarê Silêmaniyê yê Herêma Kurdistana Federe hatibû qetilkirin. Jinan cenazeyê Nagîhanê, bi dirûşmeyên “Jin Jiyan Azadî” ji Silêmaniyê ber bi Hewlêrê ve bi rê kir.    TÊ PAYÎN KU MERASÎMEK DÊ WERE KIRIN   Hate diyarkirin ku cenazeyê Akarsel a tê payîn ku sibê dê bînin Enqereyê, ewilî dê bibin Saziya Tiba Edlî ya Enqereyê (ATK) dû re jî dê bibin gundê Golyazi yê navçeya Cîhanbeylî ya Konyayê ku Akarsel lê ji dayik bûye. Tê payîn ku dê liv ir ji bo Akarselê merasime cenaze were lidarxistin.    LI MALA LÊ JI DAYIK BÛYÎ HATE BIBÎRANÎN   Beriya cenaze, malbata Akarsel û hevalên Nagîhanê li mala lê ji dayik bû “Quncikê Nagîhanê” amade kirin. Di quncikê ku wêneyên Nagîhanê danînê, bi vêxistina findan û danîna qûrnefîlan Nagîhan hate bibîranîn.    MALBAT SERSAXIYAN QEBÛL DIKE   Malbatê li mala xwe ya li gundê Golyaziyê şîn danî û sersaxiyan qebûl dike.