Cangoriyên Komkujiya Garê hatin bibîranîn 2022-10-10 13:46:36 ENQERE - Cangoriyên Komkujiyên Gara Enqereyê li cihê ku hatibûn qetilkirin, hatin bibîranîn. Ji dayika qetilkiriyan Korkmaz Tedîk, Zohre Tedîk anî ziman ku ew ê heya dilopa xwîna xwe ya dawiyê têkoşîna xwe bidomînin.    Di 10'ê cotmeha 2015’an de DAIŞ’ê êrişî “Mîtînga Aştî û Demokrasiyê” ya li Qada Garê kiribû û di êrişê de 104 kesan jiyana xwe ji dest dabûn. Bîranîna 7’emîn a ji aliyê Komeleya Aştî û Demokrasiyê ya 10’ê Cotmehê ve hate lidarxistin Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar, Serokê Giştî yê Partiya Kedê (EMEP) Ercument Akdenîz, Parlamenterên Partiya Karkeran (TÎP) Ahmet Şik, Parlamenterên HDP’ê û CHP’ê, endamên Yekitiya Tabîban a Tirk (TTB), Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Yekîtiya Odeya  Endezyar û Avahîsazan a Tirk (TMMOB), Konfederasyona Sendîkaya Kedkarên Şoreşger (DÎSK) û malbatên kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dabûn di bernameya bîranînê de amade bûn.     ÊRIŞA POLÎS   Beriya biranînê polîsan Qada Garê dorpêç kirin û tevlîbûna girseya ku dixwest bikeve qadê û rojnameger hatin astengkirin. Polîsan got ku ew ê ji xeynî malbatên kesên ku jiyana xwe ji dest dane, destûr nedin ku kes bikeve qadê. Polîs li gel rojnamegeran tundî li girseya ku dixwest bikeve qadê kir û gelek kesên ku bertek nîşan dan jî binçav kirin.   MALBAT BI PANKARTÊ MEŞIYAN   Malbatên kesên di qetlîamê de jiyana xwe ji dest dane li pêşiya Gara Enqereyê pankarta wêneyên cangoriyên ku jiyana xwe ji dest dabûn li ser bûn hilgirtin û meşiyan. Malbat û birîndarên qetlîamê dirûşmeyên “10’ê cotmehê ji bîr neke, nede jibîrkirin”, “Dê roj were, dewran vegere, ji kujeran hesab wê bê pirsîn”, “Li dijî faşîzmê mil bi mil”, “Kujer DAIŞ hevkar AKP” berz kirin. Malbatan navê kesên jiyana xwe ji dest dane yek bi yek xwendin û girse bersiva “Li vir e” da û bîranîn di saet 10.04’an bi rêzgirtinê dest pê kir.    ‘ŞÎNA TENA SERÊ XWE NAXWAZIN’   Di bîranîna 7’emîn a Qetlîamê de Seroka Komeleya Aştî û Demokrasiyê ya 10’ê Cotmehê Mehtap Sakîncî axivî û got: “Em her sal ji bo dengê êşa me bê bihîstin bîranînê pêk tînin û heya kujer bên darizandin em ê vê yekê bidomînin. Em ê heya bîrdarî li vir bê çêkirin her 10’ê mehê li vir kom bibin. Polîsan gelek kes di bîranînê de binçav kirin. Em naxwazin bi tenê serê xwe şîna xwe bigirin.”   ‘JI QETLÎAM Û BOMBEYAN HÊVÎ NEKIN’   Hevseroka KESK’ê Şukran Kablan Yeşîl polîtîkayên desthilatê yên di navbera 7’ê hezîran û 1’ê Cotmehê bi bîr xist û got: “Berpirsên vê qetlîamê ne tene kesên hatine girtin, kesên naaxivin û kesên firarî ne, heya siyasetmedarên berpirsyar tên darizandin em ê têkoşîna xwe bidomînin.”   Seroka Giştî ya DÎSK’ê Arzû Çerkezoglû anî ziman ku sed hezaran kes dê bibûna dilek û dê gelek çarenûsa vî welatî biguherandina û got: “Ji ber vê yekê wêrekiya me û hêviya me bi 2 bombeyên zindî di xwînê de hiştin. Îro em dîsa diçin hilbijartinê. Bila kes bi bombeyan û qelîaman hêvî neke.”   Li gel daxuyaniyê dom dikir girse gelek caran  dirûşmên “Li dijî faşîzmê mil bi mil”, “Kujer DAIŞ hevkar AKP” hatin berzkirin.   ZOHRE TEDÎK: DESTÊ MIN DI QIRIKA WE DE YE   Dayika Korkmaz Tedîk ku di qetlîamê de jiyana xwe ji dest dabû Zohre Tedîk destnîşan kir ku pergala ku bi ketina qadê ya malbatan ditirse dê hilweşe û got: “Yên ku nahêlin em bikevin vê qadê yên ku bombe teqandine ne. Ez dibêjim ez dayîkim ew dibêjin ‘Ez ê te bigerim’. Ji 104 canên min re soz, heya ku em ji kujeran hesabê bipirsin ev qad wê tije bibin. Hûn biçin ku derê dê destên min bi qirika we ve be.”   ‘DEWLET HEWL DIDE SERÊ BÛYERÊ BIGIRE’   Serokê TMMOB’ê Emîn Koramaz jî destnîşan kir ku ne hesaba qetlîamê hate pirsîn ne jî hêzên pişt wan ên di nava dewletê hatin aşkerakirin û got: “Hêzên dewletê hewl didin serê bûyerê bigirin û nahêlin em canên xwe bi bîr bînin. Êrişa 10’ê cotmehê li dijî nirxên herî bilind ên wek ked, aştî û azadiyê hatiye pêkanîn.”   Sekreterê Giştî yê TTB’ê Vedat Bûlût destnîşan kir ku xurtkirina têkoşîna ked û demokrasiyê peywira wan e û got: “Em aştiyê diparêzin, şer dijî tenduristiya gel e. Helbet em ê demokrasiyê biparêzin, dîktatorî dijî tenduristiya gel e.”   QURNEFÎL HATIN DANÎN   Bîranîn pişti axaftinanan bi danîna qurnefîlan a li pêşiya bîrdariya temsîlî bi dawî bû.