Du kesên di doza Şenyaşar de hatibûn girtin hatin berdan 2022-10-10 14:13:34   RIHA - Hate diyarkirin ku Muslum Yildiz û Îbrahîm Şîmşek ên ji dosyaya komkujiyê ya li nexweşxaneyê ya li dijî malbata Şenyaşar, ji ber “ji holê rakirina delîlan” hatibûn girtin, hatine berdan.    Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di 9’ê adara 2021’an de li ber Edliyeya Rihayê daye destpêkirin di roja 581’emîn de berdewam dike. Dayik û kurê wê di saetên serê sibê de hatin ber edliyeyê li qada ku weke “Quncikê edaletê yê malbata Şenyaşar” tê zanîn û hefteyeke ji aliyê polîsan ve bi barîkatên hesin hatiye dorpêçkirin û dest bi nobeta xwe kirin. Ferît Şenyaşar kaxiza li ser “Edalet” dinivîsî bi bariyerên hesin ên polîsan ve kir.    DU KES HATIN BERDAN   Komkujiyên ku malbata Şenyaşar di 14’ê hezîrana 2018’an de pê re rûbirû mabûn, tevî ku heman roj û dewama wê jî bû weke cihê kar û nexweşxaneyê kiribûn du perçe. Di encama rayagiştî piştî 4 salan di dosyaya nexweşxaneyê ku nepenîtî hêj dewam dike, keke Îbrahîm Halîl Yildiz, Celal Yildiz jî di nav de 4 kes hatibûn girtin. Hate hînbûn ku 2 kesên k udi 2’yê nîsana 2021’an de hatibûn girtin hatine berdan. Biraziyê Yildiz ê AKP’î Osman Şah Yildiz li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal ragihand ku Muslum Yildiz û Îbrahîm Şîmşek ên ji ber “ji holê rakirina delîlan” hatibûn girtin, hatine berdan.    ‘EV PERGAL WÊ WERE GUHERTIN’   Ferît Şenyaşar ê li ber bariyerên polîsan têkildarî berdana du kesan axivî, wiha got: “Nobeta Edaletê di roja 581’emîn de berdewam dike. Wezîrê Edaletê derdikeve ji dozgeran re qala edaletê dike. Dibêje deriyê xwe ji kesê re negirin. Em li ber edliyeyê ne, dozger deriyê xwe ji me re girtiye. Ev edliye girêdayî kê ye? Em têkildarî vê li benda daxuyaniyekê ne. Li vir hiqûqa serdestan tê pêkanîn. Birayê min 4 salan zêdetir e di hucreyeke yek kesî de ye lê tê îdiakirin ku du kes hatine berdan. Ev her du kes girêdayî çi hatin berdan? Bila kesek derkeve vê yekê ji me re bêje. Dema ev pergal hate guhertin wê kesên hewl didin ser dozê bigirin hesabê bidin.”   EDLIYEYA RIHAYÊ GIRÊDAYÎ KU DERÊ YE?   Malbatê li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag û Waliyê Rihayê Salîh Ayhan etîket kir û ev peyam parve kir: “Edliyaya Rihayê girêdayî Wezareta Edaletê ye? Ya rastî Riha girêdayî Komara Tirkiyeyê ye? 581 roj in em li ber deriyê edliyeyê disekinin. Me xwest bi serdozger re hevdîtinê bikin, bersiva wê bûn bariyer. Rojên ku kesên bûne hevkarê vê bêhiqûqiyê bên darizandin nêz in.”