Ji bo Okmen mewlîd hate dayîn 2022-10-10 15:43:07   MÊRDÎN - Li navçeya Mîksê ji bo endama YJA-STAR’ê Şîlan Okmen di şer de jiyana xwe ji dest da mewlîd hate dayîn.    Cenazeyê endama YJA-STAR’ê Şîlan Okmen a di 1’ê îlonê de di şerekî li çoltera navçeya Mîksa Wanê derketî de jiyana xwe ji dest da, li bajarokê Ewêna ya girêdayî navçeya Stewrê ya Mêrdînê hate veşartin. Malbatê ji bo keça xwe duh li bajarokê mewlîd xwend. Di bernameya mewlîdê ku bi sedan kes tev li bûn de ji bo Okmenê dua hatin kirin.