Xwendekarê lîseyê ku kete qenala avê jiyana xwe ji dest da 2022-10-10 15:52:47   ÊLIH - Xwendekarê lîseyê yê bi navê Muhammed Demîr ku li Êlihê kete qenala avê, fetisî û jiyana xwe ji dest da.    Xwendekarê lîseyê Mûhammed Demîr ê 17 salî ku kete qenala avê ya di Taxa Korik a Êlihê re derbas dibe, jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê zarokê ku fetişi, ji aliyê tîmên AFAD’ê ve hate derxistin û rakirin morga Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Êlihê.   Têkildarî bûyerê lêpirsîn hate destpêkirin.