20 kesên li Enqereyê hatibûn binçavkirin hatin berdan 2022-10-10 17:07:57   ENQERE - 20 kesên ku di bîranîna li ber Garê ya ji bo qurbaniyên Komkujiya Enqereyê hate kirin de hatibûn binçavkirin hatin berdan.   Di 7’emîn salvegera 10’ê Cotmehê ya Komkujiya Enqereyê de kesên xwestin 104 kesên jiyana xwe ji dest dabûn li ber Gara Enqereyê bi bîr bînin rastî êrişa polîsan hatibûn û 20 kes hatibûn binçavkirin.    20 kesên hatibûn binçavkirin, piştî li miduriyeta polîsan îfadeyên wan hatin girtin, hatin berdan.