Kampanyaya #XwebûnNûbûne tê destpêkirin 2022-10-10 17:21:16   AMED - Rojnameya Xwebûnê ji bo serdema weşana xwe ya nû li ser medyaya dîjîtal bi hashtaga “#XwebûnNûbûne” kampanya dide destpêkirin.    Ji bo serdema weşana nû ya Rojnameya Xwebûnê ku weşana heftane ya kurdî dike li ser hesabên medyaya dîjîtal hashtag hate vekirin. Xwebûna ku ji sala 2019’an ve dest bi weşana xwe kir tevî hemû astengiyên ragihandin û belavkirinê ji roja hatiye avakirin heta niha 147 hejmar derxistin. Xwebûn ji bo serdema weşana xwe ya nû li ser Twîtterê saet 17.30’an de bi hashtaga “#XwebûnNûbûne” kampanya dide destpêkirin.