Kesên di 'Meşa Azadiyê' de hatibûn binçavkirin hatin berdan 2022-10-10 17:46:30   RIHA - Li Rihayê 4 kesên ku di "Meşa Azadiyê" ya li dijî komploya 9'ê Cotmehê de hatibûn binçavkirin, hatin berdan.    Li Rihayê 4 kesên ku di "Meşa Azadiyê" de ya li dijî komploya navdewletî ya 9'ê Cotmehê ya li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de hatibûn binçavkirin, hatin berdan. Hat diyarkirin ku li Midûriyeta Polîsan a Rihayê her 4 kes bi awayekî destkelemçekirî demeke dirêj li korîdorê li ser pêyan hatine sekinandin û lêgerîna tazî li wan hatiye ferzkirin. Hat ragihandin ku piştî ku lêgerîna tazî qebûl nekirine, demeke dirêj polîsan nehiştiye hevdîtinê bi parêzerên xwe re bikin.    Omer Kistak, Îbrahîm Damdan û Serhat Ûka piştî îfadeya li dozgeriyê hatin berdan û Hatîce Goktepe jî ji aliyê dozgeriyê ve bi şertê kontrola edlî sewqî Dadgeriya Ceza ya Sulhê hat kirin. Ddageriyê Goktepeyê bi şertê kontrola edlî berda.