Platforma Ked û Demokrasiyê Komkujîya Enqereyê şermezar kir 2022-10-10 20:07:33   AMED - Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê, komkujîya Gara Enqereyê şermezar kir û got: "Dawiya dawî dê berpirsiyar werin cezakirin. Dê ked, demokrasî û aştî bi ser bikeve."   Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê, bi boneya salvegera komkujîya Gara Enqereyê li Parka Rojavayê ya li semta Dîclekentê ya navçeya Peyasê ya Amedê daxuyaniyek da. Endamên platformê û gelek kes tevlî daxuyaniyê bûn. Metna daxuyaniyê ji aliyê Hevserokê Sendîkaya Kedkarên Tenduristiyê (SES) a Şaxa Amedê Şîyar Guldîken ve hat xwendin.   'MÎT Û KUJERAN HEVDÎTIN KIRINE'   Guldîken bibîr xist ku 104 kesan di "Mitînga Demokrasî, Aştî û Kedê" ya 10 Cotmeha 2015'yan de jiyana xwe ji dest daye û nêzî 500 kes jî birîndar bûne. Guldîken wîha got: "Komkujî li ber çavên tevahiya burokrasiya ewlehiyê ya Tirkiyeyê pêk hat. Kesên ku komkujî pêk anîn, derket holê ku berî teqînê û piştî teqînê li gel MÎT'a Tirkiyeyê hevdîtin kirine. Kujerên DAÎŞ'ê, bi hezaran kîlometreyan hatine û rastî tu kontrolkirinê nehatine. Kesên ku rê li ber vê komkujiyê negirtin, kesên ku li ser vê komkujiyê hesabên dengan kirin, kesên ku desthilatdariya xwe ya di wê pêvajoya tarî de tahkîm kirin li bara wijdanê gelê me mehkûm bûne."   Guldîken bi domdarî wiha got: "Soza şehîdên 10'ê Cotmehê di grevên kedkaran de, di tevgera azadiya jinan de, di parastina ekolojiyê de dijî. Şehîdên aştiyê yên 10'ê Cotmehê, di dilê kesan de ye ku ji bo wekheviyê, welatekî li ser esasên mafên mirovan û dewleteke bihiqûq ya demokratîk têdikoşin. Doza komkujîya li hemberî mirovahiyê hatiye kirin berdewam dike û hetanî kesên ev komkujiye pêk anîne neyên darizandin dê berdewam bike. Em ê emanetên hevalên xwe; ked, aştî, demokrasî û tekoşînê mezin bikin. Dawiya dawî dê berpirsiyar werin cezakirin. Dê ked, demokrasî û aştî bi ser bikeve.   Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyên "bijî aştî" û "10'ê Cotmehê ji bîr neke, nede jibîrkirin" bi dawî bû.