Li Kadikoyê bîranîna 10'ê Cotmehê: Dê hesab ji kujeran bê pirsîn 2022-10-10 21:36:06   STENBOL - Bi sedan kesên ku bi banga Hêzên Ked û Demokrasiyê ji bo bîranîna kesên di Komkujiya Gara Enqereyê de jiyana xwe ji dest dan li Kadikoyê kom bûn gotin, dê hesab ji kujeran bipirsin.   Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Stenbolê, ji bo kesên ku di 10'ê Cotmeha 2015'an de li Gara Enqereyê ji aliyê DAÎŞ'ê ve hatin qetilkirin bibîr bînin, li Kolana Rihtimê ya Kadikoyê daxuyanî dan. Ji xeynî rêxistinên civaka sivîl, parlementer, xwendekar, ciwan, hiqûqnas û jin jî di nav de bi hezaran kes tevlî daxuyaniyê bûn.    BI BERZKIRINA DIRÛŞMEYAN MEŞIYAN   Qada ku daxuyanî lê hat dayîn ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin. Çendî polîsan astengî dan ber girseyê jî, bi hezaran kes bi berzkirina dirûşmeyan çûn qadê. Di dema daxuyaniyê de tim dirûşmeyên "10'ê Cotmehê jibîr neke, nede jibîrkirin", "Kujer DAÎŞ, hevkar AKP", "Şehîd namirin", "Ji şer re na, aştî", "Dê ciwan hesab ji kujeran bipirsin" û "Şehîdên şoreşê nemirin" hatin berzkirin. Di daxuyaniyê de pankarta "Dê ked bi ser bikeve! Dê demokrasî bi ser bikeve! Dê aştî bi ser bikeve" û "Me di salvegera 7'an de Komkujiya Enqereyê ya 10'ê Cotmehê jibîr nekir, em ê nedin jibîrkirin" hatin vekirin.    Bi hezaran kes deqeyekê rêz girtin jib o kesên hatine qetilkirin. Di dema rêzgirtinê de dirûşmeya "Şehîd namirin" hat berzkirin. Paşê navê kesên hatin qetilkirin yeko yeko hatin bilêvkirin. Gava nav hatin bilêvkirin, girseyê bi yek dengî got "dijî".    ‘EM NE PARASTIN, KUŞTIN'   Li ser navê Komeleya Aştiyê ya 10’ê Cotmehê Faîk Delî, bavê Dîcle Delî ku di komkujiyê de jiyana xwe ji dest daye, axivî. Delî  wiha got: “7 sal derbas bûn. Êvara 9’ê Cotmehê em bi sed hezaran kes ber bi Enqereyê ve meşiyabûn, ji bo em pêşî li ber aloziya serdestan a li welêt bigirin. Ez jî bi keça xwe ya hêja Dîcleyê û hevrêyên xwe re beşdarî meşê bûbûm. Em heta gihiştin Enqereyê rastî gelek astengiyan hatin, me her tim îtîraz kir. Çawa ku rê ji me re vekirin, rê li ber kujerên DAÎŞ'î jî vekirin. Ji rêyeke bi hezar kîlometreyan dûr wisa bi rihetî hatibûn. Ji bo me bikujin, kemîn danîbûn. Peywira polîsên dewletê ew bû ku me biparêzin, lê mixabin wiha nekirin."   BERPRISÊN KOMKUJIYÊ   Delî bibîr xist di teqînê de 103 kesî jiyana xwe ji dest daye û got ku fermana "paqijkirinê" hatiye dayîn. Delî wiha domand: "Bi fîşekên plastîk û gazê êrîşî me kirin. Gelek hevalên me ji ber madeyên kîmyewî yên ku hêzên ewlehiyê li dijî me bi kar anîn jiyana xwe ji dest dan." Delî destnîşan kir ku 600 metre dûrî qadê nexweşxane hebûye, lê ambulans piştî teqînê bi nîv saetî hatiye. Delî bibîr xist ku piştî komkujiyê der heqê kesên sax filitîne û malbatên wan de lêpirsînên bêhiqûqî hatine destpêkirin û wiha got: “Nehiştin ne bi rihetî cenazeyên xweveşêrin ne jî şîna xwe deynin. Bi ser de bi lêpirsînan û cezakirinê gef li malbatên me xwarin."   Delî bilêv kir ku berpirsên sereke yên vê bûyerê Wezareta Karên Navxweyî, Wezareta Tenduristiyê, MÎT, Midûriyeta Giştî ya Polîsan û Midûriyeta Polîsan a Enqereyê ne û got: "Paya wan di vê komkujiyê de heye."    ‘DÊ GEL AŞTIYÊ BÎNIN VÎ WELATÎ'   Delî anî ziman ku wan nikaribûye hevrêyên xwe biparêzin û got: “Em soz didin we, dê alaya we ya têkoşînê tu carî nekeve erdê. Me alaya we ya têkoşînê ya ket erdê hilgirt û em ê bilind bikin. Kasim Guler ê ku wekî emîrê DAÎŞ'ê yê Tirkiyeyê hat tayînkirin, di danişînê de li xwe mikur hat. Got, do dema êrişêN DAÎŞ'ê yên li ser Rojavayê de, di bin çavdêriya hêzên dewletê de gelek caran hatine Tirkiyeyê û ji vir çûne Sûriyeyê. Hela em ê mêze bikin dê ji niha û pê ve çawa bibe."   Delî di dawiya axaftina xwe de wıha got: "Êşa me jî û hêrsa me jî pir mezin e. Lê baweriya me ya ji bo demokrasiyê jî gelekî mezin e. Gel dê aştiyê bînin vî welatî."    Delî bi xwendina helbesteke Orhan Kota dawî li axaftina xwe anî.    Gava Delî helbest xwend bi hezaran kesî dirûşmeyên “Şehîd namirin”, “Biji biratiya gelan” û "Dê hesabê 10'ê Cotmehê bê pirsîn" berz kirin.    Daxuyanî bi çepik, tilîliyan û berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.