ROJEVA 11'Ê COTMEHA 2022'YAN 2022-10-11 09:00:37     * Hevserokê Şaxa OHD’ê ya Stenbolê Gurkan Îsteklî cezayên disiplînê yên li Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatine birîn wekî êrişekê bi nav kir û got ku serdana CPT'yê fikarên civakê ji holê ranekirine.   * Prof. Abbas Valî diyar kir ku çalakiyên li Îranê yên bi pêşengiya jinan, hîmê rejîmê hejandine û got ku ger ev çalakî bi ser bikevin dê hevsengiyên li Rojhelata Navîn û cîhanê bi awayekî cidî bigugerin.    * Hevserokê DAD'ê Mûsa Kûlû bertek nîşanî daxuyaniyên Erdogan ên der barê avakirina Serokatiya Çandê û Cemxaneyê ya Elewî Bektaşiyan û got ku ev projeya tunekirina elewîtiyê ye.   * Akin Akgoz, bi parvekirinên xwe kujerê Denîz Poyrazê Onûr Gencer pesinandiye û gotiye êriş hatiye plankirî bûye û di heman demê de gef li parlementerên HDP'î xwarine. Lê daxwaznameyên gilîkirinê yên der heqê Akgoz de an tên redkirin an jî nayên bersivandin.    * Hevseroka KNK'ê Zeyneb Murad anî ziman ku xwedîderketina li berxwedana Rojhilatê erkeke neteweyî ye û wiha got: "Êrîşên Dewleta Îranê ku heman êrîşan dewleta tirk jî dike, dide nîşandin ku hevkariyek di nava her du aliyên dagirker de heye. Ev jî nîşan dide ku hemû dewletên dagirker li ser yek tiştî tifaq çêkirine û ev jî tunekirina kurd û Kurdistanê ye."   * Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 570’an de berdewam dike.    * Doza derheqê Parlamentera HDP’ê Feleknas Uca de dê li 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bê dîtin. (09.00-17.00)    * Doza derheqê Hevserokên HDP’a Esenyurtê Ercan Saglam û Dîla Kiliç de dê li 32’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Çaglayanê bê dîtin. (10.00)    * Doza derheqê Midûrê Karên Nivîsan ê ji Kovara Demokratîk Modernîteyê û nivîskar Haydar Ergul de li 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Çaglayanê bê dîtin. (10.00)    * Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyan ên Amed û Îzmîrê dê îro jî bidome. (11.00-16.00)    * Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar, wê têkildarî rojevê di komcivînê de biaxive. (12.45) ZINDÎ   * Nivîskar Mehmed Ûzûn wê li ser gora xwe ya li Goristana Mardînkapi ya Amedê were bibîranîn. (14.00)