Prof. Abbas Valî: Çalakiyên li Îranê hîmê rejîmê hejandin 2022-10-11 09:02:17   WAN - Prof. Abbas Valî diyar kir ku çalakiyên li Îranê yên bi pêşengiya jinan, hîmê rejîmê hejandine û got ku ger ev çalakî bi ser bikevin dê hevsengiyên li Rojhilata Navîn û cîhanê bi awayekî cidî biguherin.    Serhildana gel a li rojhilatê Kurdistanê û Îranê ya piştî qetilkirina Jîna Mahsa Amînî ku di 16’ê îlonê de ji aliyê “polîsên exlaqê” ve li Îranê hatibû qetilkirin, didome. Li gorî daneyên rêxistinên mafên mirovan ên Îranê, heya niha 19 jê zarok herî kêm 185 kes hatine kuştin. Prof. Abbas Valî, serhildan û çalakiyên gel ên li Rojhilat û Îranê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re nirxand.   ‘GEL DOZA JIYANA BI HEV RE DIKE'   Valî da zanîn ku hemû xwepêşandan serhildaneke li dijî rejîmê ye û got ku gelên Îranê desthilatdariya rejîmê qebûl nakin û dixwazin pêkhateyeke nû ava bikin. Valî, diyar kir ku xwepêşandan li her derê belav bûne û wiha got: “Li gorî min ev rewş serhildaneke siyasî ye. Ev serhildan, serhildaneke ji bo dest ji dewleta îslamî berdin û dewletek nû ava bikin. Ji saziyên cemaweriyê heya bi saziyên olî, girseyeke rabûye ser pêyan heye. Di xwepêşandanan de ji hemû netewe û pîşeyan kes hene û dewleta îslamî naxwazin. Gelên li dora dirûşmên 'Jin jiyan azadî', 'Bimire komara îslamî', 'Bimire dîktator' û 'Em komara îslamê naxwazin' bûne xelek û daketine kuçe û kolanên Îranê, êdî dixwazin jiyaneke hevpar a azad ava bikin. Gel dixwazin li dora nasnameyeke hevpar kom bibin û bibin yek. Ev nasnameya hevpar, eniyeke siyasî ye. Ji ber vê yekê kesên ku di eniya siyasî de cih girtine, baweriya xwe ya olî danîne aliyekî û dixwazin di civakeke azad de bijîn. Kesên ku niha li Îranê li dijî dîktator rabûne, xwe bi hebûna pêkhateyeke demokratîk tenê sînordar nakin. Di heman demê de ji bo hemû çand, etnîsîte û nasnameyên zayendî doza rêzgirtinê dikin."   ‘ÇALAKIYEKE WIHA CARA EWIL TÊ KIRIN'   Bi domdarî Valî destnîşan kir ku çalakiyên tên kirin ne mîna çalakiyên berê ne û got ku li Rojhilata Navîn û li cîhanê cara yekeme rewşeke wiha rû dide. Valî, anî ziman ku hêzên rejîmê nikarin çalakiyan bitepisînin û got ku çalakî bingeha rejîmê hejandine. Valî, wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ev çalakî, naşibin çalakiyên berê. Ji ber vê yekê hêzên rejîmê di çewisandina van çalakiyan de zehmetiyan dikişînin. Berê hêzên rejîmê çalakiyên bi vî rengî diçewisandin. Lê niha nikare çalakiyên rû dide bitepisîne. Di vir de dirûşmeya herî girîng û berbiçav, dirûşmeya ku ji bo jinan û tevahiya civakê doza azadiyê dike. Vê dirûşmeyê bingeha rejîmê hejandiye. Ji ber ku bingeha rejîmê li ser kolekirina jinê hatiye avakirin. Ji ber vê yekê gel dixwaze vê rejîmê ji holê rake. Dixwaze jin û hemû civakê azad bibe. Dema em niha lê dinêrin, di çapemeniyê de berxwedana jinan li pêş e û ew pêşengiya civakê dikin. Ev serhildan, li Rojhilata Navîn yekta ye û heta niha tiştekî mîna vê serhildanê li cîhanê nehatiye dîtin."   ‘PLANÊN HAMANEYÎ PÛÇ BÛN'   Di berdewamê de Valî anî ziman ku pêşengê olî yê Îranê Hamaneyî û hêzên rejîmê ji bo çalakiyên gel manîpule bikin çi ji dest wan tê dikin, lê gel berbayî lîstikên wan nakevin û ev tişt anî ziman: "Hêzên rejîmê, kurd û gelê belûc wekî cudaxwazan dihesibîne. Serhildana ku ji vê nasnameya hevpar derketiye holê, planên rejîmê pûç kirin. Gelên Îranê dirûşmên 'Kurdistan roniya me û çavê me ye' berz dikin. Plana rejîma Îranê ya li dijî vê jî ev bû; bi bombekirina partî û baregehên siyasî, dixwest wan mehkûmî xwe bike û her kesî çavtirsandî bike. Lê partiyên siyasî, pêşmerge û gerîla berbayî vê lîstika Îranê neketin û li bajêr serî li tu çalakiyên çekdarî nedan. Bi vî awayî planên rejîmê pûç bûn."   ‘DÊ BIBE CIHÊ BANDORÊN MEZIN'   Valî diyar kir ku ger çalakiyên li Îranê bi ser bikevin dê bandoreke mezin li ser Rojhilata Navîn û dewletên cîhanê bikin û got ku dewleta Tirkiyeyê ji ber ku dizane dê ev çalakî bandoreke mezin li kurdên li Tirkiyeyê jî bike, rasterast piştgiriya dewleta Îslamî ya Îranê dike. Valî, axaftina xwe wiha qedand: "Heke ev serhildana li Îranê bi ser bikeve, wê bandoreke mezin li herêmê bike û hevsengiyên li Rojhilata Navîn biguherîne. Her wiha dê hevsengyên siyasî yên li her çar parçeyên Kurdistanê jî biguherîne. Pê re dê hevsengiyên li Sûriye, Iraq, Lubnan, Yemen, Erebistana Siûdî, Kendava Farsê û Îsraîlê jî biguherîne. Ji aliyê din ve hevsengiyên siyasî yên Amerîka, Rûsya, Çîn û rojavayê cîhanê jî dê biguherîne. Ev guhertin dê bandorek mezin li Tirkiyeyê jî bike û dê bîrdoziya îslamî ya li Tirkiyê jî biguhere. Ji ber ku li Tirkiyeyê bîrdoziyeke siyasî serdest e. Bala xwe bidinê rayedarên Tirkiyeyê li ber çalakiyên li Îranê radibin û piştgiriya rejîmê dikin. Heke ev serhildan bigihêje armanca xwe, wê bandoreke mezin li kurdên Tirkiyeyê bike. Ji ber ku ev mijar hemû bandoreke mezin li siyaseta Tirkiyeyê dikin û ji ber wê jî Tirkiye naxwaze dewleta îslamî hilweşe. Lê vê carê wê rageşî zêdetir bibe û ev çalakî ji yên berê bêtir cihê hêviyê ne."    MA / Hakan Yalçin