Kûlû: Gotinên Erdogan projeya tunekirina elewîtiyê ye 2022-10-11 09:03:29   DERSIM - Hevserokê DAD'ê Mûsa Kûlû bertek nîşanî daxuyaniyên Erdogan ên der barê avakirina Serokatiya Çandê û Cemxaneyê ya Elewî Bektaşiyan û got ku ev projeya tunekirina elewîtiyê ye.   Serokê Giştî yê AKP'ê Tayyîp Erdogan, di 7'ê cotmehê de daxuyandibû ku ew ê di bin banê Wezareta Çand û Turîzmê de Serokatiya Çandê û Cemxaneyê ya Elewî Bektaşiyan ava bikin. Hevserokê Giştî yê Komeleyên Elewiyên Demokratîk (DAD) Mûsa Kûlû têkildarî mijarê wiha got: "Anku dibêjin 'Hûn tune ne. Bi qasî ku em bixwazin hûn hene. Rola ku me daye ber we ev e.'"    PROJEYA TUNEKIRINA ELEWIYAN   Kûlû destnîşan kir ku tu gotineke dewletê yan jî pergalê ku ji bo elewiyên li welêt bibêjin tune ye û ev tişt anî ziman: "Ev, gotin projeyeke ji bo tunekirina bawerî, ziman, çand û hafizeya dîrokî ya elewiyan e."   Kûlû bilêv kir ku bendewariya ji dewleteke li ser esasên senteza tirk-îslamê dê bi kêrî kesî neyê û wiha domand: "Ev pergal pêşî bi qirkirin û tunekirinê, paşê jî bi asîmîlasyonê tevdigerin."   ‘ÊN MAEŞ BIGIRIN KETÎ NE'   Bi domdarî Kûlû anî ziman ku elewî 10 hezar sal in hêviya tiştekî ji kesî nakin û jiyana xwe li ser "rizayet" û "îkrarê" ava kirine û gotina "Kûçikê li ber deriyê min jî bê rizayê nikare loqmeyekê bixwe" ên Pîr Siltan Evdal bi bîr xistin û wiha dirêjî d axaftina xwe: "Dewlet bi maeşê ku dide, an bi avahiya ku dide yan jî bi pereyê ceryanê dixwaze îtiqad, bawerî û îqrara elewiyan ji dest wan bigire. Heke hin kesên wekî 'pîr' an jî 'dede' nêzî vê bûbûn, ew êdî bi temamî 'ketî' ye. Li vir tu derfeta mirovbûn, demokratbûnê û wijdan û rêbertiya civakê nemaye.”   ‘SERTEWANDIN HEBE, ÎQRAR TUNE YE'   Di berdewamê de Kûlû destnîşan kir ku ger elewî dest ji zimanê xwe, baweriya xwe û bîra xwe ya civakî berdin dê ji elewîtiyê dûr bikevin û got ku heke li Tirkiyeyê guherîn çêbibe, divê ev ji bo hemû nasname û baweriyan be û bi awayekî destûra bingehîn bê mîsogerkirin. Kûlû bilêv kir ku berevajî vê dê pergal û rêveirên dewletê civakê ji hev qut bikin.    Kûlû bilêv kir ku di civakeke sertewandî de îqrar û riza ne pêkan e û got ku dewlet bi vî awayî dixwaze elewîtiyê ji holê rake.   EM Ê DEST JI ÎTIRAZÊ BERNEDIN'   Bi domdarî Kûlû ev tişt anî ziman: "Gava roj hiltê; li kesên çokşikandî naxe, li kesên serbilind dixe. Ên serbilind ên li dû heqîqetê ne. Ji Firewn dipirsin; 'Tu çawa bûyî Firewn?' Dibêje, 'Ji ber ku îtirazkar tune bûn.' Baweriya me, bîra me ya dîrokî her tim li ber xeletiyê, li ber neheqiyê radibe. Gava em dest ji îtirazê berdin, wê gavê emê teslîmî Firewn bibin."    ‘A LI ELEWIYAN TÊ FERZKIRIN EV E'   Kûlû anî ziman ku Erdogan beriya her hilbijartinê elewîtiyê dike haletê hilbijartinê û wiha derbirî: "Li vî welatî tenê ne ji bo elewiyan ji bo kurdan jî tiştin hin tişt hatin kirin. Lê axirê bi çend peyk û çent tiştên beredayî meseleya kurdî xistin xew. Ên li ber rabûn jî hewl dan bi hêza dewletê terbiye bikin an jî dikin. A li elewiyan tê ferzkirin jî ev e. Tiştên tên kirin, tenê rojane ne. Bi van tiştan dixwazin civakê di xew rakin û wan ber bi xwe ve bikişînin. Ev projeya jiholêrakirina wan e."    Kûlû di dawiyê de wiha got: "Lê divê neyê jibîrkirin 30 milyonên vî welatî kurd û elewî ne. Dê helwesteke ev qasî dûrî elewî û kurdan, dê helwesteke ev qasî bêexlaq aştiyê neyne vî welatî. Em ên din; elewî, kurd, rewşenbîr heya em li dor a hevpar neyên cem hev, heya em li hemberî pergala firewn nebin yek dê me bi asîmlasyonê biqedînin."    MA / Mujdat Can