Hikûmeta alman bersiva pirsa Îmraliyê da: CPT jê berpirsyar e 2022-10-11 08:54:10 NAVENDA NÛÇEYAN – Hikûmeta Almanyayê bersiva pêşnûmepirsa derheqê tecrîda girankirî ya i ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de da û wiha got: “Derheqê rewşa tenduristiya Abdullah Ocalan de tu agahî li ber destê me nînin. Berpirsyarê vê mijarê CPT ye.”    Tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin berdewam e. Ji adara sala 2021’an heta niha jî tu agahî jê nayên girtin. Partiya Çep a Almanyayê têkildarî mijarê pêşnûmepirsek da Meclisa Federal a Almanyayê. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF), Parlamenterê Partiya Çep Gokay Akbûlût di pêşnûmepirsa xwe de ji hik3umeta federal a bi serokatiya Olaf Scholz pirsî bê ka derheqê rewşa tenduristiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de xwedî agahî ne yan na. Her wiha bangawaziya hiqûqnasên ewropî ya ji bo serdana Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê (CPT) ya Ewropayê hat pirsîn.    ‘AGAHIYA ME TUNE YE’    Misteşarê Wezareta Karên Derve ê Almanyayê Andreas Michaelis li ser navê hikûmetê bersiva pêşnûmepirsê da û wiha got: “Têkildarî rewşa tenduristiyê ya damezirînerê PKK’ê Abdullah Ocalan de tu agahî li ber destê hikûmeta me nînin. Ji vê mijarê CPT berpirsyar e ku nûnerê Almanyayê jî di nav de cih digire.”    AKBÛLÛT BERTEK NÎŞAN DA    Parlamenter Akbûlût jî derheqê bersivê de daxuyanî da û bertekeke tund nîşanî sekna hikûmeta Scholz a li hemberî Îmraliyê da. Akbûlût, destnîşan kir ku derdorên muxalîf ên li Tirkiyeyê piştî guherîna hikûmeta Almanyayê li benda piştgiriyeke xurt bûn lê ev hêviya wan tevek têk çûye û wiha got: “Wisa xuya dike ku Hikûmeta Federal a Almanyayê ji binpêkirinên mafên mirovan ên navneteweyî zêdetir, girîngiyê dide berjewendiyên jeopolîtîk. Em ê serî li Nûnerê yê li CPT’yê Dr. Gunda Wössner bidin. Tecrîda li ser Abdullah Ocalan û girtiyên din nayê qebûlkirin. Divê were lêkolînkirin bê ka Tirkiyeyê çiqas bi pêşniyarên CPT’yê kiriye. Hikûmeta Federal a Almanyayê ya berê di sala 2019’an de piştgirî dida pêşniyarên CPT’yê. Lê belê di halê hazir de rewşa girtiyên li Îmraliyê tê paşguhkirin.”