Kesên qetilkirina Poyrazê diparêzin nayên vekolandin 2022-10-11 09:06:53 ÎZMÎR - Akin Akgoz, bi parvekirinên xwe kujerê Denîz Poyrazê Onûr Gencer pesinandiye û gotiye êrişa hatiye kirin plankirî bûye û di heman demê de gef li parlementerên HDP'î xwarine. Lê daxwaznameyên gilîkirinê yên der heqê Akgoz de an tên redkirin an jî nayên bersivandin.    Danişîna doza Denîz Poyrazê ku di 17'ê hezîrana 2021'ê de li avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îzmîrê ji aliyê Onûr Gencer ve hatibû qetilkirin, dê di 12'ê cotmehê de bidome. 16 meh derbas bûne lê hê jî darizandineke çalak nehatiye kirin. Çendî parêzerên dozê bi israr dibêjin ev êrişeke plankirî û organîzekirî ye jî, lê ne dozgerî ne jî heyeta dadgehê bi ser vê yekê ve neçûye. Bi ser de giliyên ji bo parvekirinên li ser medyaya dîjîtal ên der heqê pesinandina kujer de jî an tên redkirin an jî nayên bersivandin.    NEHATIN BERSIVANDIN   Ji giliyên parêzeran yek jê jî yên derbarê Akin Akgoz û Metîn Akgoz de bûn. Her du Akgozan piştî qetilkirina Poyrazê li ser hesabên xwe yên medyaya dîjîtal gotibûn, "... Me plana êrişê ya li hemberî avahiya HDP'a Îzmîrê kir. Hevrêyê min Onûr Gencer Denîz Poyrazê înfaz kir. Dê dor bê we hemûyan; kurd, zaza, elewî, çepgir, tirk. Li vî welatî kesî we biparêze tune ye."    Lê belê ne dozgeriyê ne jî heyeta dadgehê ev mikurhatinên der barê êrişê de esas negirtin. Parêzerên dozê di 28'ê hezîrana 2021'ê de daxwazname dabûn, lê bêyî lêkolînek bê kirin û îfadeya Akin Akgoz bê girtin di nava mehekê de biryar hatibû dayîn ku tu têkiliya Akgoz bi bûyerê re tune ye.    GEF LI PARLEMENTERÊN HDP'Î XWARIBÛ   Her wiha Akin Akgoz li ser medyaya dîjîtal gef li parlementerên HDP'î jî xwaribû. Parêzeran ji bo vê jî daxwazname dabû, lê daxwazname hê jî nehatiye bersivandin. Akgoz herî dawî beriya danişîna 18'ê tîrmehê peyam ji parlementerên HDP'î Mûrat Çepnî û Ebrû Gunay re şandibûn û gef li wan xwaribûn.    Piştî vê bûyerê cardin bi sûcê "gefxwarin, heqaret, pesinandina sûc û sûcdar" giliyê Akin Akgoz, Metîn Akgoz û Mûhammed Ozkesîcî yê xwestibû bi çekê têkeve hundirê edliyeyê hatibû kirin. Daxwazname hê jî nehatiye bersivandin.    MA / Tolga Guney