Hevseroka KNK'ê Mûrad: Xwedîderketina li berxwedana Rojhilatê erkeke neteweyî ye 2022-10-11 09:07:44   NAVENDA NÛÇEYAN - Hevseroka KNK'ê Zeyneb Murad anî ziman ku xwedîderketina li berxwedana Rojhilatê erkeke neteweyî ye û wiha got: "Êrîşên Dewleta Îranê ku heman êrîşan dewleta tirk jî dike, dide nîşandin ku hevkariyek di nava her du aliyên dagirker de heye. Ev jî nîşan dide ku hemû dewletên dagirker li ser yek tiştî tifaq çêkirine û ev jî tunekirina kurd û Kurdistanê ye."   Serîhildanên li Rojhilatê û Îranê yên piştî qetilkirina Jîna Mahsa Amîniyê ku di 16'ê Îlonê de ji aliyê "polîsên exlaqê" yên rejîma Îranê ve hatibû qetilkirin, dest pê kiribûn bi pêşengiya jinan didomin. Di çalakiyên bi dirûşmeya "jin, jiyan, azadî" tên kirin de heya niha gelek kesan jiyana xwe ji dest daye û gelek kes jî birîndar bûne. Her wiha rejîma Îranê ku nikare pêşî li ber serhildana gel bigire, di 28'ê Îlonê de bi fuzeyan êrişî 3 baregehên Komeleya Rojhilatê Kurdistanê yên li nêzî herêma Zirgiwê û navçeya Koyeyê kiribû. Di êrişê de 58 kes birîndar bûbûn û 13 kesî jî jiyana xwe ji dest dabûn. Li gel vê li dijî çiyayên Berbizinan, Seqer, Bêrme Sar û Helgurdê yên navçeya Sîdekan a Hewlêrê û bajaroka Balekayetî êriş dabû destpêkirin.   Êrişên rejîma Îranê yên li dijî Herêmên Kurdistana Federe berdewam dikin. Hevseroka Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Zeyneb Murad, êrişên tên kirin û helwesta Hikûmeta Herêma Kurdistana Federe ya li hemberî êrişan ji Ajansa Mezopotamya (MA) re nirxandin.   'NIKARIN SERHILDANÊ KONTROL BIKIN ÊRÎŞ DIKIN'   Zeyneb Mûradê anî ziman ku êrişên rejîma Îranê bêtehemûliya li dijî serhildana gelên Îranê ye û wiha axivî: "Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê 2 hefte ne ku xwepêşandanên mezin hene. Ev çalaki piştî qetilkirina Jina Aminiyê destpêkirin. Heta ku tevahiya cîhanê jî li dijî vê bûyerê bertek nîşan dide. Ev serhildana li Îranê bi pêşengiya jina kurd bi dirûşmeya 'Jin jiyana azadî' pêk hatin. Ev serhildan bi xwe re tirseke mezin anî. Ji ber wê jî dewleta Îranê hin gav avêtin. Serhildan û ev aloziya heyî hemû Îran girtiye. Ji ber wê jî dest bi topbarankirina baregeh an jî navendên hizbên Rojhilatê Kurdistanê kirin. Hin navçeyên Başûrê Kurdistanê, bi taybet sînorên Sîdekan û hin navçeyên din girtin. Heta niha jî topbaran berdewam e. Dewleta Îranê ku êdî nikare serhildanan kontrol bike û bikuje serî li van êrîşan da. Topbarankirina navçeyên Başûrê Kurdistanê û hizbên ku temsîla Rojhilatê Kurdistanê dikin, di heman demê de dewleta tirk dagirkeriya xwe berdewam dike û bi hemû hêzên xwe êrîşî Kurdistanê dike."   'HÊZÊN DAGIRKER LI ŞER HEMAN TIŞTÎ BI TIFAQ IN'   Mûradê destnîşan kir ku êrîşên dewleta Îranê ku heman êrîşan dewleta Tirkî jî dike nîşan didin ku hevpeymanek yan jî hevkariyek di nava her du aliyên "dagirker" de heye û wiha domand: "Ev jî wê nîşanî me dide ku hemû dewletên dagirker li ser yek tiştî bi tifaq in û ev jî tunekirina kurd û Kurdistanê ye. Ev êrîş ne tenê li dijî hizbên aliyê siyasî ne, li dijî gelê kurd e. Armanc tunekirina gelê kurd e û deskeftiyên gelê kurd e. Lê mixabin, ev rastî ji aliyê rayedarên Başûrê Kurdistanê ve nayê ditin."    'XWEDÎDERKETINA LI BERXWEDANA ROJHILAT ERKEKE NETEWEYÎ YE'   Mûradê di axaftina xwe de diyar kir ku xwedîderketina li serhildana Rojhilatê erkeke neteweyî ye û wiha dom kir: "Tirkiye bi hemû hêza xwe êriş dike, her roj kurdan dikuje û di her êrîşê de çekên kîmyewî yên qedexeyî bi kar tîne, lê hikûmeta Başûr nikare li hemberî vê helwesta xwe nîşan bide. Di heman demê de li hemberî Îranê helwesteke cidî û bertekeke berbiçav nîşan neda. Gel li hemberî van êrîşan bi bertek e. Lê hikûmetê heta niha tu nêrazîbûn nîşan nedaye. Ev tê çi wateyê? Ev tê wê wateyê ku hêzên li dijî kurdan, bêyî ferqê têxin nava kurdan êrîş dikin. Li hemberî gelê kurd yek in. Ev êrîşên dawiyê, ev aşkere kir û tespît kir. Bi heman çavî li hemû hêzên kurdî dinêrin. Ji ber wê divê em gelê kurd, hêzên siyasî, sazî û dezgehên kurdî vê rastiyê bibînin û erk û berpirsyariya xwe pêk binin. Xwedîderketin û piştgirîdayina li berxwedana Rojhilat û Îranê û berxwedana Başûrê Kurdistanê berpirsyariya her kurdî ye. Bi ruhekî neteweyî divê em bibin deng. Niha li ser axa Kurdistanê qonaxeke hestiyar heye, qonaxeke metirsîdar heye. Ji her aliyî ve êrîş dikin, maf qetilkirina gelê me dı xwe de dibînin, pêşengên me qetil dikin. Ev nayê qebûlkirin. Ji bo vê jî em bi taybetî bang li Rojhilatê Kurdistanê dikin ku berjewendiyên xwe yên teng û yên hizbî bidin aliyekî û bi ruheke neteweyî xwedî li Kurdistanê derkevin."   'BAŞÛRÊ KURDISTANÊ BÛYE GORISTAN'   Mûradê bal kişand li ser bêdengiya rêveberiya hikûmeta Başûrê Kurdistanê û ev tişt gotin: "PDK û YNK li hemberî van êrîşan bêdeng in. Jixwe zêdetirî salekê ye ku dewleta tirk bi hemû hêza xwe êrîşî navçeyên Başûrê Kurdistanê dike, êrîşî bajaran dike. Lê heta niha li hemberî vê helwestek nehatiye nişandin. Ev bêdengî û bêhelwestî cesaretê dide dewleta tirk. Cesaret didê ku gelê me qetil bike, axa me bê dagirkirin. Li Hewlêr û Dihokê ku di bin kontrola PDK'ê de ne nayê hiştin ku gel bertekên xwe nîşan bide. Her wiha li Silêmaniyê heta niha bertekek nehatiye nişandan. Çalakiyên ku tên lidarxistin jî rastî êrîşan tên. Ev nayên qebûlkirin. Başûrê Kurdistanê niha bûye goristanek. Bûye cihekî ku her roj gelê me lê tê qetilkirin. Em dibînin ku xelkê Rojavayê, xelkê me yê Bakurê Kurdistanê û her wiha pêşengên Rojhilatê Kurdistanê li Başûrê Kurdistanê tên qetilkirin. Her wiha xelkê me yê Başûrê Kurdistanê ku li hemberî vê radibin jî rastî îşkenceyê tên. Her wiha li Başûrê Kurdistanê ciwanên me ku em dibêjin pêşeroja me ne ji ber wan êrîşan mirinê didin berçavan û berê xwe didin Ewropayê. Ji ber vê rewşê direvin. Ev nîşaneya bêedeletî û bêdemokratîkbûyina desthilatdariya welat e. Dema ev êrîş ji aliyê dijmin ve li ser gelê me tên kirin, em dibêjin dijmine  û em qebûl nakin. Lê eger îro ev êrîş ji aliyê hêzên kurd ve bên kirin, ev nayê qebûlkirin. Banga me ji bo her kurdî ye; em bibin yekdeng û bi ruheke neteweyî li hemberî van êrîşên dagirkeriyê bisekinin."    'DEWLETA TIRK JI BÊDENGIYÊ CESARET GIRT'   Zeyneb Mûradê bal kişand ser astengkirina lêkolîna li ser çekên kîmyewî jî û got ku ew kesên ku dibin asteng wê hesab bidin. Mûradê destnîşan kir ku dewleta Tirkî li ber çavê cîhanê sucê li hemberî mirovahiyê dike û got ku li ber çavê hemû cîhanê çekên qedexekirî bi kar tîne.    Hevseroka KNK'ê Mûradê wiha domand: "Di vê hêlê de hem ji aliyê hikûmeta Başûrê Kurdistanê ve bêdengî heye hem jî saziyên neteweyî bêdeng in. Ev tê çi wate yê? Tê wê wateyê ku piştgiriyê didin. Hemû dewletên Rojavayî ji bo berjewendiyên xwe tevdiger in. Hikûmeta Başûrê Kurdistanê ne tenê bêdeng e, komên dixwazin lêkolînê li ser vê mijarê bikin jî asteng dike. Ev jî wê nîşan dide ku di van bûyeran de bi dewleta tirk re şirîk in. Dema ku dewleta tirk çekên kîmyewî bi kar anî, diviyabû kurd rabûna ser pêyan û li dijî vî sûcî derketana. Lê mixabin hikûmeta herêmê pêşiya vê jî digire û dibe asteng. Divê hemû cîhan bibîne ku ev şirîkên hev in û li ser axa Kurdistanê van sucên li dijî mirovahiyê dikin. Divê hesab ji van hêzan bê pirsîn ku çima nahêlin komên ku dixwazin lêkolînê bikin tên astenkirin. Heger îro li hemberî bikaranîna çekên kîmyewî bêdengî nebûya dewleta tirk cesaret nedikir. Divê her kes helwesta xwe aşkere bike. Di asta cîhanê de dostên gelê kurd hene. Pêwîste em bi van kesan re hevkariyê bikin. Banga me ji bo hemû gelê me ye û bi taybetî jî ji bo gelê me yê Behdînan e. Em dizanin di bin zextê de ne, lê divê li hemberî vê bêexleqiyê bêdeng nemînin. Îro li van herêman ne tenê mirov ji axa xwe tên dûrkirin, hemû zindî tên tunekirin. Loma em dibêjin di roja îro de erk û berpirsyariya mirovahiyê ye, erka neteweyî ye ku piştgiriyê bidin ku lêkolîn bên kirin û ev kesên ku dibin sedama vî tiştî bên cezakirin."