‘CPT’yê fikarên civakê ji holê ranekirin’ 2022-10-11 10:24:58   STENBOL - Hevserokê Şaxa OHD’a Stenbolê Gurkan Îsteklî cezayên disiplînê yên li Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatine birîn wekî êrişekê li dijî şexsê Ocalan, fikrên wî û gelê kurd bi nav kir û got ku serdana CPT'yê fikarên civakê ji holê ranekirine.    Ev 18 meh in tu xeber ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û girtiyên li cem wî Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim nayên girtin. Serlêdanên ji bo hevdîtina bi Ocalan û girtiyên din re bi hincetên wekî "cezayên disiplînê" û qedexeya hevdîtinê" tên astengkirin. Ji ber vê bi pêşengiya Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) 775 parêzer û bi sedan parêzerên ji Ewropa û Rojhilata Navînê ji bo dawî li tecrîda li Girtîgeha Îmraliyê bê û hevdîtin bi Ocalan re bên çêkirin serî li Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê dabûn. Lê wezareta tirkî heya niha tu bersiveke erênî nedaye.    Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) jî di 3'yê cotmehê de ragihandibû ku di navbera 20-29'ê îlonê de serdana Tirkiyeyê kiriye û di vê serdanê de çûye Îmraliyê jî.    Hevserokê OHD a Şaxa Stenbolê Gurkan Îsteklî, tecrîda li Îmraliyê, cezayên disiplînê yên tên birîn û serlêdanên li Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê hatine kirin û serdana CPT'yê nirxandin.    TECRÎD Û ŞER   Îsteklî anî ziman ku armanca komploya navdewletî ya ku 24 sal berê bi destê hêzên navdewletî li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat kirin jiholêrakirina daxwaza ji bo azadiyê ya gelê kurd bûye û got ku polîtîkayên tecrîdê yên bêhiqûqî ku bi salan e li ser Abdullah Ocalan tên pêkanîn, rasterast girêdayî polîtîkaya şer a desthilatê ye. Îsteklî bibîr xist ku 18 meh in tu xeber ji Îmraliyê nayên girtin û got ku ev bi tu awayî bi hiqûqê nayê îzahkirin.    DAXWAZA MILYONAN   Îsteklî destnîşan kir ku bidawîbûna tecrîda li ser Abdullah Ocalan û azadiya wî ya fîzîkî li seranserê cîhanê daxwaza bi milyonan kesî ye û wiha got: "Tenê kurd doza azadiya Ocalan nakin. Polîtîkaya tecrîdê êdî li seranserê cîhanê olan daye. Tecrîda niha li Îmraliyê tê kirin, berdewama komployê ye. Bêdengiya sazî û rêxistinên mafên mirovan ên Ewropayê jî tê wateya ku piştgiriya vê komployê dikin. Ji lew re ev dewlet ji bo Tirkiye hukmên wan peyamanên ku îmzeya wê li binî ye pêk bîne, bi rihetî dikarin zorê bidin Tirkiyeyê. Lê heya niha Tirkiye bi tu helwestên wiha re rû bi rû nemaye."   CEZAYÊN DISIPLÎNÊ YÊN BÊHINCET   Îsteklî, diyar kir ku cezayên disiplînên yên bêhincet ên li Abdullah Ocalan tên birîn, derhiqûqtiye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Cezayê disiplînê yê tê dayîn çi dibe bila bibe, ev cezayên disiplînê nikarin pêşî li ber hevdîtina parêzeran a bi miwekîlên xwe re bigire. Hevdîtina bi malbatê re tê qedexekirin, nahêlin mafê xwe yê telefonê bi kar bînin. Lê ji bo van qedexeyan tenê sedemekî jî nîşan nadin. Heta biryar nayên ragihandin jî. Piştî serlêdanên parêzeran derdikeve holê ku biryar êdî teqez bûne. Hewl didin bi cezayên disiplînê weke sepaneke hiqûqî nîşan bidin. Dibêjin ‘em dikarin rê li ber hevdîtina bi Ocalan re vekin lê cezayên disiplînê hene’ û bi vê yekê hewl didin weke hiqûqî nîşan bidin. Em van sepanan qebûl nakin.”    DI 18 MEHAN DE 12 CEZAYÊN DISIPLÎNÊ    Di berdewamê de Îsteklî got ku “dewlet di vê mijarê de niyetxerab e” û ev nirxandin kir: “Dibe ku birêz Ocalan hikûmxwar be lê ev yek berpirsyartiya dewletê ya li hemberî mafên birêz Ocalan ji holê ranake. Dewlet, di asta yekemîn de ji mafên birêz Ocalan berpirsyar e. Divê bê zanîn ku ev cezayên disiplînê raste rast êrişeke li dijî şexsê birêz Ocalan, daxwazên azadiyê yên gelê kurd û fikrên Ocalan e. Gelo ma birêz Ocalan di hucreya xwe de dikare çi bike ku di nava 18 mehan de li pey hev 12 cezayên disiplînê lê hatine birîn? Heke em nasnameya siyasî ya birêz Ocalan bidin aliyekî jî, mirovekê ku 70 saliya xwe derbas kiriye, dikare çi bike ku 12 cezayên disiplînê lê werin birin? Madem ku hûn cezayên disiplînê didin, wê demê hûn neçarin ku sedemên wê jî destnîşan bikin.”    BO CÎHANÊ BÛ HÊVÎ   Bi domdarî Îsteklî bal kişand ser daxwaza hevdîtinê ya parêzerên ji çar aliyên cîhanê û wiha derbirî: “Di serdemeke ku modernîteya kapîtalîst gelan ditepisîne, dikuje û qir dike de nêrînên birêz Ocalan ên ji bo çareseriyê, girîngiya wî zêdetir dike. Ev pêşniyarên wî yên ji bo çareseriyê, bo gelên bindest bûne hêvî. Rewşa Ocalan a li Îmraliyê, ‘rewşeke hiqûqî ye’ lewma jî bala parêzerên cîhanê dikişîne. Berpirsyariya ewil dikeve ser milê parêzeran. Ji bo Ocalan, ji çar aliyên cîhanê parêzeran serlêdana hevdîtinê kir. Ev yek, di heman demê de tê wateya xwedîderketina li nêrînên wî.”    ‘EM NEÇARIN OCALAN BIBÎNIN’   Îsteklî, da zanîn ku 775 parêzerên OHD’î ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serî li wezerata dadê dabûn û ev agahî parve kirin: “Erênî yan jî neyînî, heta niha tu bersiv nehatine dayîn. Wezaret, di vê mijarê de bi hiqûqa xwe nake. Em bi xerabiyeke birêxistinkirî re rû bi rû ne. Em dibînin ku dewlet bi zîhniyeta çetetiyê tevdigere. Weke parêzer em di çarçoveya mafên xwe yên hiqûqî de serlêdanan dikin. Heke me serlêdaneke wiha kiribe, wezaret jî mecbûre bersivê bide. Wezareta dadê êdî qanûnên xwe nas nake. Ev yek jî fikarên me zêdetir dike. Em neçarin ku Ocalan bibînin. Daxwaza me daxwazeke hiqûqî, insanî û exlaqî ye.”    SERDANA CPT’YÊ YA ÎMRALIYÊ    Têkildarî serdana CPT’yê ya li Îmraliyê jî Îsteklî ev nirxandin kir: “Balkêş e ku di demekî nêzî salvegera komploya navneteweyî de çûn serdanê. Mirov dikare bibêje bi vê serdanê gotin; ‘erê rast e me ev komplo kir lê em dişopînin.’ Ji ber ku di polîtîkaya tecrîdê de ev 24 sal in tiştek neguherî. Ne CPT’yê, ne Konseya Ewropayê û ne jî saziyeke din ji bo vê mijarê hewldanek nekir. Ev jî tê wê wateyê ku tecrîdê dipejirînin. Ne tenê pejirandin lê dibêjin ku em aliyekî vê polîtîkayê ne. Heke CPT hewce nebîne, em ê nekarin heta 6 mehên din ji Ocalan agahî bigirin. Ji vê serdanê tenê agahiya Tirkiyeyê heye û tu wateya vê yekê bo me nîne. CPT’yê nekarî fikarên civakê ji holê rake.”   RÊYA RAKIRINA TECRÎDÊ    Îsteklî, pergala hiqûqê ya li Îmraliyê weke “çalereş” a her tiştekî dadiqurtîne pênas kir û axaftina xwe wiha qedand: “Tevî her tiştekî, ji bo hevdîtin û têkilîdanîna bi Îmraliyê re dê çalakî, xwepêşandan û hewldanên me yên hiqûqî bidomin. Tecrîda li ser birêz Ocalan êdî sînorên hiqûqê derbas kiriye. Lewma em parêzer dê hewl bidin vê tecrîdê teşhîr bikin. Ji bo vê jî divê hemû kes li dijî tecrîdê dengê xwe bêhtir bilind bike.”    MA / Ergîn Çaglar