Dag û Er ên li Girtîgeha Hewlêrê tên ragirtin 14 roj in di rojiya mirinê de ne 2022-10-11 10:26:14   NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiya rojiya mirinê ku Mazlûm Dag û Abdurrahman Er ên li Girtîgeha Hewlêrê tên ragirtin dane destpêkirin di roja 14’an de berdewam dike.    Li Hewlêra Herêma Kurdistanê di 17’ê tîrmeha 2019’an de dîplomatê wezîfedarê Sefaretxaneya Tirkiyeyê ya li Hewlêrê Osman Kose, welatiyên bi navê Nerîman Osman û Beşdar Ramazan di êrişekê de hatibûn kuştin. Mazlum Dag û Abdurrahman Er ên ji bakurê Kurdistanê ji vê êrişê berpirsiyar hatin girtin û bi hêceta êrişê ji aliyê dadgehê ve bi cezayê darvekirinê hatin cezakirin. Dag û Er ku ji 2019’an ve li Girtîgeha Hewlêrê girtî ne li dijî sepanên îşkenceyê û binpêkirinên mafan dest bi rojiya mirinê kirin. Çalakiya rojiya mirinê ya Er û Dag di di roja 14’emîn de berdewam dike.   Mazlûm Dag û Abdûrrahman Er ên bi malbatên xwe re hevdîtin kirin ragihandin ku ji aliyê hêzên PDK’ê ve di dema hejmartinê de heqaret li wan hatiye kirin û dema bertek nîşanî vê rewşê dan jî bi pişt ve hatine kelemçekirin û hatine derbkirin.    Komîteya Piştgiriyê ya bi Abdurahman Er û Mazlum Dag re bi daxuyaniyeke nivîskî, ji raya giştî re banga hestiyariyê kiribûn.