Dê cenazeyê Nagihan Akarsel sibe bişînin Enqereyê 2022-10-11 10:35:15   ENQERE - Ji ber belgeyên ku diviya bû ji hêla Wezareta Tenduristiyê ya Iraqê ve bihatina erêkirin, şandina cenazeyê Nagihan Akarsel a Tirkiyeyê rojekê dereng ket. Cenazeyê Akarsel dê sibe bişînin Enqereyê.    Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê, Edîtora Kovara Jineolojiyê û akademîsyen, nivîskar û rojnameger Nagihan Akarsel di 4’ê cotmehê de li Silêmaniye ya Herêma Federal a Kurdistanê di êrişeke çekdarî de hat qetilkirin. Hat zanîn ku cenazeyê Akarsel dê sibe bişînin Enqereyê.    Dihat payîn ku cenazeyê Akarsel îro saet di 13.00’an de ji Hewlêrê bi balafirê bînin Enqereyê, ji wir derbasî Saziya Tipa Edlî (ATK) ya Enqereyê bê kirin û piştre jî bibin Taxa Golyazi ya navçeya Cîhanbeylî ya Konyayê. Lê belê diviya bû hinek belge ji hêla Wezareta Tenduristiyê ya Iraqê ve bihatina îmzekirin û ev karûbar heta saetên piştî mesaiyê berdewam dikir. Lewma şandina cenaze rojekî dereng hat xistin.