Danişîna doza midur û edîtorê Demokratîk Modernîteyê hate taloqkirin 2022-10-11 12:12:37   STENBOL - Danişîna doza Midurê Karên Nivîsan ê kovara Modernîteya Demokratîk Ramazan Yurttapan û edîtorê wê Haydar Ergul jê tên darizandin hate taloqkirin.    Ji ber nivîsa Aysûn Genç a bi serenavê “Neo-Osmanî rewşa herî bêesil a dewleta tirk e” ya di hejmara 37’emîn a kovara Demokratîk Modernîte ya fikir û bîrdoziyê ya 3 mehan de derbarê Midurê Karê Nivîsan ê kovarê Ramazan Yurttapan û edîtorê wê Haydar Ergul de bi îdiaya “Heqaret li serokkomar kirine” doz hatibû vekirin. Danişîna doza ewil li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Stenbolê ya Çaglayanê hate dîtin. Ergul û Yurttapan û parêzerê wan Sercan Korkmaz û parêzera Serokkomarê  AKP’î Tayîp Erdogan, Berrîn Karakûrt li danişînê amade bûn.    Yurttapan, ê piştî tespîta nasnameyan de di danişînê de ewilî axivî, destnîşan kir ku di nivîsa nivîskar Genç a di çarçoveya siyasî û dîrokî de girtiye dest de tu gotinên têkildarî heqaretê nînin. Yurttapan bal kişand ser nivîskarê nivîsê û diyar kir ku navê rast ê nivîskarê bi nasnavê bikartîne Selçûk Ûçar e. Yurttapan, da zanîn ku nivîskar bi nasnavê Aysûn Genç nivîsan ji kovarê re dişîne û dû re têkildarî nivîsa agahdarkirinê ya Ûçar ku nivîs aydê wî ye pêşkeşî dadgehê kir.    DAXWAZA GUHDARKIRINÊ    Dû re Ergulê mafê axaftinê girt, beyanên xwe yên dabûn dozgeriyê dûbare kirin. Ergul, bi lêv kir ku nivîskarên ku dixwazin piştevaniya kovarê bikin nivîsan dişinin û di nivîsan de bandoreke wî nîne û edîtorê kovarê ye. Parêzer Sercan Korkmaz jî ji ber parastin hatin temamkirin daxwaza varesteye kir. Korkmaz, bi lêv kir ku li gorî qanûna çapemeniyê berpirsyartî ya xwediyê berhemê ye û xwest Ûçar weke şahid were guhdarkirin.    GILÎ LI NIVÎSKAR HATE KIRIN   Parêzera Erdogan Karakûrt jî giliyên xwe domandin. Dozger ê mafê axaftinê wergirt xwest kemasiyên dosyayê bên temamkirin. Dadgeha ku biryara xwe aşkere kir, biryar da ku Ûçar weke şahid were guhdarkirin. Dadgehê ji bilî vê ji ber nivîs aydê Ûçar e serî li Serdozgeriya Komarê da û giliyê Ûçar kir. Dadgehê danişîn taloqî 21’ê sibata 2023’yan kir.