18 kesên ku li Îzmîrê hatibûn binçavkirin hatin berdan 2022-10-11 12:17:52   ÎZMÎR - 18 kesên li Îzmîrê bi îşkenceyê hatibûn binçavkirin duh bi şev hatin berdan.    18 kesên di çarçoveyeke lêpirsîna li Îzmîrê dihat birêvebirin de di 7’ê cotmehê de di serdegirtina malan de bi îşkenceyê hatibûn binçavkirin, hatin berdan.    Mûrat Tûfan, Firat Sak, Firat Dîkmen, Ayhan Bakir, Mûhammet Erdûman, Mazlûm Çelîk, Muhsîn Bozkûrt ên bi îdîaya “endametiya rêxistinê” hatibûn binçavkirin, piştî îfadeyên wan ên miduriyeta polîsan hatin berdan, Emîne Ekîn, Dîlan Karakoç, Nazlican Yildiz, Jiyan Akan, Baran Tînk, Ayhan Bakir, Mûrat Tûfan, Îslam Çelîk, Bariş Kirmizitaş, Taha Cîhan û Mûrat Boztaş jî bi şertê kontrola edlî ji aliyê dadgehê ve hatin berdan.    Hate hînbûn ku li kesên hatin binçavkirin sîxurtî hatiye ferzkirin û di çarçoveya dosyayê de pirtûka Gultan Kişanak ya bi navê “Rengê Mor ê Siyaseta Kurd (Kürt Siyasetinin Mor Rengi) weke delîl hatiye hatiye nîşan dan û çalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê hatiye pirsîn.