Malbatên girtiyan bang kir: Ji destê partî û saziyan çi were divê bikin 2022-10-11 12:29:20 AMED - Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyan îro jî berdewam kir. Di çalakiyê de malbatan bertek nîşanî binpêkirinan dan û wiha bang kirin: “Ji destê kîjan sazî û partiyê çi tê, divê bike.”    Çalakiya Nobeta Edaletê ya xizmên girtiyan ên Amedê ku ji bo berdana girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan hatiye şewitandin dabûn destpêkirin, di roja 329'an de berdewam kir. Malbatên girtiyan îro li ber deriyê Girtîgeha Tîpa D a Amedê hatin gel hev. Endamên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alîkariya bi Kesên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine re (MEBYA-DER),  Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY DER) û Komeleya Lêkolînên Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER) jî ji bo piştevaniya malbatan tev li çalakiyê bûn.   Di çalakiyê de yek ji xizmên girtiyên nexweş Încî Guler da zanîn ku ev nêzî saleke Nobeta Edaletê digirin. Guler, bi lêv kir ku bila girtiyên nexweş û yên înfaza wan hatine şewitandin werin berdan û wiha got: “Em çûbûn Enqereyê û me bi hemû partiyên siyasî re hevdîtin kiribûn. Lê tu partî ser soza xwe ne sekinîn. Em van rojan dîsa çûn Enqereyê lê CHP’ê nehişt em biçin serdana wan. Em dixwazin girtiyên nexweş bên berdan. Nexweşên me nexweşên mirinê ne. Li cem dewleta tirk mirovatî nemaye û naxwaze kurd bijîn.”   ‘DI DEMA SERDANAN DE ZILMÊ DIKIN’   Bi domdarî Guler gotinên rayedarên dewletê yên weke “birayên me yên kurd” ku di demên hilbijartinê de dikin bi bîr xist û axaftina xwe wiha qedand: “Em kurd in û zarokên me jî ji ber doza kurdîtîyê hatine girtin. Em zarokên xwe dixwazin. Ez bang li Erdogan dikim; em di pêvajoya çareseriyê de birayên hev bûn lê çima niha dijminin? Nexweşên me li ber mirinê ne. Ji destê kîjan sazî û partiyê çi tê, divê bikin. Di dema hevdîtinên li girtîgehan de jî zilmê li me dikin. Dema girtiyan dibin nexweşxaneyê jî heman zilmê li wan dikin. Zarokên me li zindanan û em jî li derve li ber xwe didin.”    Çalakiya malbatan bi dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan” û “Heq, hiqûq, edalet” bi dawî bû.