Dag û Er çalakiya xwe ya rojiya mirinê bi dawî kirin 2022-10-11 13:00:49   NAVENDA NÛÇEYAN - Mazlûm Dag û Abdûrrahman Er ku li Girtîgeha Hewlêrê îşkence li wan tê kirin, çalakiya xwe ya rojiya mirinê ku li dijî binpêkirinên mafan dabûn destpêkirin bi dawî kirin.     Li Hewlêra Herêma Kurdistanê di 17’ê tîrmeha 2019’an de dîplomatê wezîfedarê Sefaretxaneya Tirkiyeyê ya li Hewlêrê Osman Kose, welatiyên bi navê Nerîman Osman û Beşdar Ramazan di êrişekê de hatibûn kuştin. Mazlum Dag û Abdurrahman Er ên ji bakurê Kurdistanê ji vê êrişê berpirsiyar hatin girtin û bi hêceta êrişê ji aliyê dadgehê ve bi cezayê darvekirinê hatin cezakirin. Dag û Er ku ji 2019’an ve li Girtîgeha Hewlêrê girtî ne li dijî sepanên îşkenceyê û binpêkirinên mafan dest bi rojiya mirinê kiribûn. Dag û Er çalakiya xwe ya rojiya mirinê bi dawî kirin.    Komîteya Piştgiriyê ya bi Abdurahman Er û Mazlum Dag re û apê Necmettîn Er, Abdûrrahman Er bi lêv kir ku biraziyê wî û Mazlûm Dadg çalakiya xwe ya rojiya mirinê bi dawî kirine. Ap Necmettîn Er da zanîn ku bi telefonê bi biraziyê xwe re axivî ye û wiha got: “Biraziyê min li min geriya. Got ku ‘ji ber daxwazên me hatin qebûl kirin me rojiya xwe ya mirinê bi dawî kir. Rewşa me ya tenduristiyê baş e. Ji herkesên di vê pêvajoyê de piştevaniya me kirin re spasiyên xwe pêşkeş dikin.’ Em jî weke malbat ji herkesên di vê pêvajoyê de bi me re bûn û piştgirî dan me re spasiyên xwe pêşkeş dikin.”