Cenazeyên HPG’iyan 16 roj in li ATK’ê tên rawestandin 2022-10-11 13:46:09   EDENE - Cenazeyên endamên HPG’ê Dîlara Urper û Emek Feremez Hisên ku di çalakiya li dijî Malapolîsan a Tece ya li Mêrsînê de jiyana xwe ji dest dan, 16 roj in li ATK’ê tên rawestandin.    Di çalakiya 26’ê îlonê ya li dijî Malapolîsan a Tece ku li Taxa Tece ya navçeya Mezîtlî ya Mêrsînê pêk hat de polîsek hate kuştin û gelek polîs birîndar bûn. Di çalakiyê de berovajiyê îdiayên Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû endamên HPG’ê Dîlara Urper (Sara Tolhildan) û Emek Feremez Hisên (Rûken Zelal) jiyana xwe ji dest dan.    Hate hînbûn ku cenazeyên her du endamên HPG’ê ku perçebûyîne li morga Saziya Tiba Edlî (ATK) ya Edeneyê tên rawestandin. Malbata Urper ji bo cenazeyê keça xwe bigirin hate Mêrsînê û serî li Serdozgeriya Komarê ya Mêrsînê da. Lê dozgeriyê xwest ji ferdên malbatê ji bo testa DNA’yê xwîn bê girtin. Li ser vê yekê malbat bêyî ku cenaze bigire vegeriya.    Cenazeyên endamên HPG’ê Urper û Hisên ji ber mînaka DNA’yê 16 roj in li ATK’ê tên rawestandin.    Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû ewilî îdia kir ku çalakî Dilşah Ercan lidarxistiye. Soylû, piştî daxuyaniya HPG’ê got ku teşhîsa wê ji aliyê teqsîvanekê ve hatiye kirin û dîsa îdia kir ku şopên tiliyên Dilşah Ercan derketine. Soylû dû re di çalakiyeke ku tevlibûyî de îdia kir ku endamên HPG’ê bi paramotoran hatine bajêr.