Serokên 6 Baroyan ji bo kampanyaya zarokê nexweşê SMA’yî bang kirin 2022-10-11 13:50:35   RIHA - Serokên nû yên baroyên Riha, Amed, Qers, Ordu, Semsûr û Wanê li şûna gulên pîrozkirinê, ji bo piştgiriya bi kampanyaya zarokê SMA’yi Mûstafa Yagiz piştgirî xwestin.    Zarokê 6 mehî Mûstafa Yagiz ê li navenda Rihayê dijî, nexweşê Tîp 1 a SMA’yê ye. Ji bo Yagiz kampanyaya alîkariyê hatibû destpêkirin û 6 baroyan piştgirî dan kampanyayê. Di dawiya hefteyê de lijneyên giştî yên 6 baroyan hatibûn kirin û serokên nû hatibûn hilbijartin. Serokên baroyan, ji bo zarokê du hempîşeyên xwe yên endamên Baroya Rihayê banga piştgiriya kampanyayê kirin.    Serokê Baroya Rihayê Abdullah Oncel, Serokê Baroya Amedê Nahît Eren, Serokê Baroya Qersê Fettah Çarkurt, Seroka Baroya Orduyê Sîbel Torun, Serokê Baroya Semsûrê Bîlal Dogan û Serokê Baroya Wanê Sînan Ozaraz ji bo piştgiriya bi kampanyayê re, li ser hesabên xwe yên medyaya dijîtal peyam parve kirin. Di peyaman de ji bo piştgiriyê navnîşana îbanê hat parvekirin. Îbana hatiye parvekirin wiha ye: “Iban: TR54 0001 0090 1020 9912 3050 01, Yê ku dê bigire: Mûstafa Yagiz Avci, Daxuyanî: Mûstafa Yagiz.”    Kampanyaya ji bo Mûstafa Yagiz Avci 4 meh berê hatibû destpêkirin û kampanya ji sedî 50 nêz bû. Ji bo tedawiya Avci hewcehî bi milyonek û 800 hezar dolaran heye. Yên ku dixwazin alîkariyê bidin Mûstafa Yagiz Avci, dikarin li ser van hesaban bigihînin malbatê: “İnstagram: yagizaumutol, Twitter: yagizaumutol, Taplink: https://yagzaumutol.taplink.ws/ û WhatsApp: 0 507 854 2829.”