Dozger ji bo cerdevanê tecawizkar mutala xwe eşkere kir 2022-10-11 14:05:16   WAN – Dozger di danişîna cerdevan Riski Okam ê ku zarokek bi tecawiza sîstematîk re rûbirû hişt de mutalaya ji sûcê “îstîmara cinsî ya biwesf” xwest bê cezakirin, ji sûcê “kes ji azadiyê bêpar hiştin” jî bê beratkirin, da.    Li navçeya Şaxê ya Wanê di sala 2021’an de cerdevanê bi navê Riski Okam zarokek 12 salî bi tecawiza sîstematîk re rûbirû hişt. Cerdevanê ji tecawizê tê darizandin. Danişîna duyemîn a dozê li Dadgeha Cezayê Giran a 6’emîn a Wanê hat lidarxistin. Cerdevanê bersûc û parêzerê xwe, ferdên malbata zaroka biçûk û parêzerên xwe tev li danişînê bûn.    Danişînê bi xwendina girtekên danişîna ewil dest pê kir. Di çarçoveya daxwazan de hat diyarkirin ku qeydên HTS’ê di dosyeyê de hatine amadekirin.    Parêzerê malbata zaroka mexdûr Sedat Duşunmez parastina xwe kir û xwest di asta herî jor de bersûc bê cezakirin.    Cerdevan ê bersûc jî parastinên xwe yê danişîna ewil dubare kir. Her wiha parêzerê bersûc jî parastina xwe ya danişîna ewil dubare kir.   Dozger derbarê dozê de mutalaya xwe eşkere kir û ji sûcê “îstîmara cinsî ya biwesf” xwest bê cezakirin, ji sûcê “kes ji azadiyê bêpar hiştin” jî bê beratkirin.    Parêzer Sedat Duşunmez li dijî mutalayê dîsa axivî û destnîşan kir ku delîla herî berbiçav û mezin a bûyerê cerevantî ye û ew vê mutalayê qebûl nakin.    Dadgehê derbarê bersûc de biryara berdewamiya girtî bê darizandin da û danişînek din taloqî 20’ê cotmehê kir.