Tevî biryara DMME’yê jî doza parlamentera HDP’ê nehate betalkirin 2022-10-11 14:43:43   AMED - Daxwaza betalkirina doza li dijî parlamentera HDP’ê Feleknas Ûca tevî biryara binpêkirinê ya DMME’yê û AYM’ê ku di darizandina parlamenteran de dabûn jî nehate qebûlkirin.    Bi sedema ku parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Feleknas Uca di navbera salên 2015-2016’an de beşdarî civîn û daxuyaniyan bûye, derheqê wê de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” doz hatibû vekirin. Danişîna dozê îro jî berdewam kir. Danişîna dozê li 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hate dîtin. Uca beşdarî danişînê nebû lê parêzerê wê Serdar Çelebî di danişînê de amade bû.    DAXWAZA BETALKIRINA DOZÊ    Parêzer Serdar Çelebî diyar kir ku bi daxwaznameyekê ragihandine ku doz were betalkirin û xwest dadgeh di vê mijarê de biryarekê bide. Çelebî biryara binpêkirinê ya Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) a ji bo dewamkirina darizandina Leyla Guven piştî ku weke parlamenter hat hilbijartin pêşkêş kir û destnîşan kir ku xala 14’emîn a bi biryara Guven a Dadgeha Destûra Bingehîn re bû bingeha rakirina parêzbendiyê, biryareke zelal li ser sûcê ku parlamenter dikarin lê bên darizandin nîne û xwest di vî warî de sererastkirinên qanûnî bên kirin. Çelebî işaret bi biryarên DMME û Dadgeha Destûra Bingehîn kir û xwest, doza li muwekîla wê hatiye vekirin bê betalkirin.    DADGEHÊ DAXWAZ RED KIR   Parêzer Mehmet Emîn Aktar jî diyar kir ku biryara Encu/Tirkiye ya DMME’yê nîşan dide ku di darizandina parlamenteran de şaşitiyeke ûsûlê heye û got ku lêpirsîna derbarê Ûca de tê birêvebirin bi vê biryarê nikare berdewam bike. Aktar, diyar kir ku xala 83’yemîn a Makeqanûnê ku parêzbendiya parlamenteran sererast dike, destûr nade ku parlamenter werin darzinadin. Aktar jî xwest doz were betalkirin.    Dadgehê daxwaza parêzeran qebûl nekir û danişîn taloqî 7’ê sibatê kir.    Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ji ber guherîna demkî ya di Qanûna Bingehîn de, ji bo rakirina parêzbendiya parlamenterên HDP’ê biryara binpêkirinê dabû. Parêzerên Uca jî biryara DMME’yê nîşanî dadgehê dabûn û xwestibûn ku doz were betalkirin. Tevî vê yekê jî dadgehê doz betalnekir.