‘Girtiyên nexweş di hucreyên yekkesî de tên ragirtin’ 2022-10-11 15:42:08   ÎZMÎR - Malbatên girtiyan ên Îzmîrê diyar kirin ku girtiyên nexweş di hucreyên yekkesî de tên ragirtin û destnîşankirin ku ew vê zilmê qebûl nakin.    Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyan ên Îzmîrê ku ji bo berdana girtiyên nexweş û yên înfaza wan hatiye şewitandin hatibû destpêkirin, di roja 123’yan de li pêşiya Baroya Îzmîrê dom kir. Di çalakiyê de malbatên girtiyan pêşmalkên “Azadî ji girtiyên nexweş re” û “Bila girtiyên nexweş bên berdan” li xwe kiribûn. Rêxistinên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên navçeyên Torbali û Guzelbahçeyê jî piştgirî dan çalakiyê.    Ji xizmên girtiyan Hanîfe Gumuş di çalakiyê de axivî û da zanîn ku çalakiya wan a ji bo edaletê 123 roj li pey xwe hişt. Bi domdarî Gumuş diyar kir ku divê kesek li hemberî têkoşîna wan bêdeng nemîne û wiha got: “Çav û guhên xwe li daxwazên me girtine. Bi sedan girtiyên nexweş hene ku nayên berdan. Di şert û mercên guncav de nayên tedawîkirin. Girtiyên nexweş di hucreyên yekkesî de tên ragirtin. Em qebûl nakin ku girtiyên nexweş di hucreyên yekkesî de bên ragirtin. Gelo girtiyeke nexweş dê di hucreya yekkesî de çawa li xwe binêre?”    BANGA BERDANÊ   Gumuş, destnîşan kir ku divê girtiyên nexweş di zûtirin demê de bên berdan û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em, dayikên aştî û edaletê ne. Em van tiştên tên qewimîn qebûl nakin. Divê hemû kes kes li dijî van binpêkirinan dengê xwe derxîne.”