Doza hevserokên HDP’a Esenyurtê hat taloqkirin 2022-10-11 15:55:27   STENBOL - Doza hevserokên HDP’a Esenyurtê Ercan Saglam û Dîlan Karakoyun ku ji ber wêneyên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dihatin darizandin, hat taloqkirin.    Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Esenyurt a Stenbolê bi sedema ku wêneyên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li cem wan hebûn, bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” û “propagandaya rêxistinê” dihatin darizandin. Danişîna doza Saglam û Karakoyun li 32’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê ya li Çaglayanê hat dîtin. Di danişînê de Saglam û parêzer Ferdî Yamar amade bûn.    Danişîn, bi tespîtkirina nasnameyan dest pê kir. Piştre jî Saglam axivî. Saglam, tawanbariyên heyî red kir û daxwaza beraeta xwe kir. Piştre jî dozger mafê axaftinê girt û xwest ku şahidê bi navê Metîn Pakna bi darê zorê bînin dadgehê ku di dosyayê de biryara guhdarîkirinê wî hatibû dayîn. Her wiha dozger got ku derheqê Saglam de bi heman îdiayan li 11’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Bakirkoyê jî doz hatiye vekirin û xwest ku aqûbeta vê dosyayê bê pirsîn û daxwaza dosyayê kir.    Dadgehê jî biryara xwe ya navberê da û xwest ku dosyaya derheqê Saglam a li Bakirkoyê bê anîn. Dadgehê her wiha ji bo guhdarîkirina Pakna biryara nivîsandina fermanê da û danişîna dozê taloqî 16’ê sibatê kir.