HPG’ê têkildarî ‘operasyona MÎT’ê’ daxuyanî da 2022-10-11 16:13:48   NAVENDA NÛÇEYAN - HPG’ê, diyar kir ku tu têkiliya Çekdar Kaya ku tê îdiakirin ji aliyê MÎT’ê ve anîne Tirkiyeyê bi wan re nîne.    Hate îdiakirin ku Rêxistina Îstîxbarata Neteweyî (MÎT) duh li Iraqê “Yek ji berpirsyarên lojîstîkê yê PKK’ê/KCK’ê” Çekdar Kaya girtiye û aniye Tirkiyeyê. Navenda Ragihandani Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî mijarê daxuyanî da. Di daxuyaniya ji aliyê Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) ve hate weşandin de hate diyarkirin ku tu têkiliya kesê ku tê îdiakirin hatiye girtin bi HPG’ê re nîne.     Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Dîsa ji aliyê MÎT’ê de senaryoyeke derew hatiye afirandin û bi destê medyaya şerê taybet a pergala faşîst a AKP’ê û MHP’ê ve hatiye servîskirin. Tu eleqeya kesê bi navê Çekdar Kaya ku di nûçeya ji aliyê medyaya şerê taybet ve hatiye weşandin de navê wî derbas dibe bi hêzên me re nîne. Li gorî agahiyên me bi dest xistin kesekî ku beriya niha ji nav refên me reviya ye. Nûçeya ji aliyê medyaya taybet ve hatiye servîskirin bi temamî derew e.”   DAXUYANIYA BAGOKÊ    HPG’ê di daxuyaniya xwe de her wiha êrîşa 28’ê îlonê ya li dijî kesên ku dihat gotin li gundê Xerabelê yê girêdayî navçeya Nisêbîn a Mêrdînê dar dibirin jî girt ser xwe. HPG’ê di daxuyaniya xwe de wiha got: “Artêşa Tirk ji 1'ê Îlonê heta 28’ê Îlonê, darên li herêma navbera Gundê Hebaba û Girê Şehîd Akîf ên li herêma Bagokê ya Mêrdînê birîn û hewl dan rêyeke dagirkeriyê çêbikin. Hêzên dagirker ên dewleta tirk ku erdnîgariya Kurdistanê talan dikir, bi temamî hatin kontrolkirin. 28’ê Îlonê saet di 11.00’an de li dijî dagirkerên ku di bin kontrolê de bûn bi taktîka ketine navê çalakiyek hate lidarxistin. Kontrayekî ku ji aliyê tîmên me yên bi tevger ve ji nêz ve hate lêdan, hate cezakirin û 2 kontra jî hatin birîndarkirin.” HPG’ê di daxuyaniya xwe de da zanîn ku çalakî ji bo “tolhildana” Yûnûs Kardagi (Xebat Kop) û Ramazan Guçlu (Zana Rojda) yên di şerekî li herêma Omerya de jiyana xwe ji dest dane hatiye kirin.    2 ENDAMÊN HPG’Ê KU ERMENÎSTANÊ TESLÎM KIRIN   MÎT'ê beriya niha jî îdîa kiribû ku Atîlla Çîçek (Leheng) û Huseyîn Yildirim (Alîşer) ên HPG'yî di operasyona li ser xeta sînor de girtine û ew anîne Tirkiyeyê. HPG'ê di daxuyaniya xwe de diyar kiribû ku Çîçek û Yildirim ji aliyê Ermenîstanê ve radestî Tirkiyeyê hatine kirin.