59 kesên li Amedê hatibûn binçavkirin hatin berdan 2022-10-11 16:31:46   AMED - Di êrişa polîsan a li dijî çalakiya şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a li Amedê de 59 kes hatibûn binçavkirin. Hemû binçavkirî hatin berdan.    Bi mebesta protestokirina 24’emîn salvegera Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, li Amedê çalakî hatibû lidarxistin. Di encama êrişa polîsan de 59 kes hatibûn binçavkirin. Ji binçavkiriyan 47 kes jê duh piştî kar û barên îfadegirtinê yên li Midûriyeta Emniyetê ya Amedê hatibûn berdan. 12 binçavkiriyên din jî îro sewqî Edliyeya Amedê hatin kirin.    Piştî kar û barên li dozgeriyê, bi şertê û kontrola edlî û bi îdiayên “endamtiya rêxistinê” û “Binpêkirina qanûna civîn û xwepêşandanan” sewqî Dadgeriya Cezayên Silhê ya Amedê hatin kirin. Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Amedê Zeyyat Ceylan û Gulistan Atasoy, Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ê Amedê Hayrettîn Altûn, Endamê Meclisa Partiyê (PM) yê HDP’ê Racî Bîlîcî, Mehmet Oruç, Abîdîn Karaman, Emîne Înan, Zekî Bagcik, Ferman Nergîz, Sumeyye Kirici, Mehmet Alî Altinkaynak û Abbas Kaya bi şertê kontrola edlî hatin berdan.