Walîtî û midûriyeta perwerdeyê ya Amedê ji bo Erdogan seferber bûn! 2022-10-11 16:50:41   AMED - Serokê Giştî yê AKP’ê Tayyîp Erdogan dê di roja şemiyê de tê Amedê. Walîtiya Amedê û Midûriyeta Perwerdeya Mîllî ya Amedê ji bo Erdogan seferber bûn û banga tevlibûnê li gel û mamosteyan kirin.    Serokê Giştî yê AKP’ê Tayyîp Erdogan dê ji bo çendek hevdîtinan di roja şemiyê de bê Amedê. Beriya hatina Erdogan, Walîtiya Amedê û Midûriyeta Perwerdeya Mîllî ketin nava seferberiyê. Di vê çarçoveyê de midûriyetê ji mamosteyan re û walîtiyê jî ji bo welatiyan peyamên “hevdîtina bi Erdogan” re şandin.    Di peyama midûriyeta perwerdeyê de banga tevlibûnê li hemû rêveber, mamoste û karmendan hat kirin û walîtiyê jî bi îdiaya “Erdogan ji bo bo vekirina xizmetên mezin” xwest ku berê gel bide hevdîtina bi Erdogan re.