Hejmara xwendekarên li Antalyayê hatin binçavkirin derket 13’an 2022-10-11 17:16:33   ANTALYA - Polîsan navenda wê Antalya li 3 bajaran bi ser malên xwendekaran de girtibûn û gelek xwendekar binçavkiribûn, hejmara binçavkiriyan derket 13’an.     Lêpirsîna di çarçoveya Serdozgeriya Komarê ya Antalyayê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” li Antalya, Stenbol û Wanê hate destpêkirin de gelek xwendekaran di saetên serê sibê de hatin binçavkirin. Polîsan di çarçoveya lêpirsînê de polîsan bi ser malên endamên Înîsiyatîfa Xwendekarên Azad a Antalyayê û Federasyona Şoreşger Sosyalîst (DESOF) de girtin. Hate hînbûn ku 11 kesên hatine binçavkirin li Miduriyeta Polîsan a Bajêr tên ragirtin û 2 kesên ku li Stenbol û Wanê jî hatine binçavkirin dê bînin Antalyayê. Navên hin xwendekarên ku di bin çavan de wiha ne: “Metîn Encu, Sîpan Satiç, Goksû Berfîn Bîter, Serhat Goregen, Alî Butkul, Mîr Hasan Yildirim, Botan Artûç, Mûstafa Aktaş, Fevzî Korkmaz û Zerrîn Korkmaz.”