Habîp Eksîk: Êrişeke plankirî bû 2022-10-11 17:47:47   ENQERE - Parlementerê HDP'ê Habîp Eksîk diyar kir ku êrişa hatiye kirine êrişeke plankirî bûye û piştî polîs nigê wî şikandiye ew ketiye erdê û gava hewl daye telefonê ji berîka xwe derxe polîs bi postalan li nigê wî yê şikandî xistine û got ku polîsn hewl daye nigê Saîd Dede jî bişikînin.    Li Colemêrgê di meşa li dijî komploya li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de polîsan êriş biribû ser Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Îdirê Habîp Eksîk û nigê wî şiakndibûn. Eksîk ku piştî êrişê emeliyat bû, li Nexweşxaneya Bajêr a Enqereyê tê dermankirin.    Eksîk têkildarî mijarê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî.    Eksîk bilêv kir ku Midûriyeta Polîsan a Geverê bi awayekî dijminane tevgeriyaye û wiha got: "Hê guftûgo dewam dikirin, bi fermana Midûrê Polîsan dest bi êrişê kirin. Parlementerê me yê Colemêrgê Saît Dede rastî êrişê hat. Tew hewl dan nigê wî jîb işikînin. Bi pehînan lêxistin. Ji ber ku laşê wî wekî yê min nexurt bû, bi pehînên polîsan pengizî, lê nigê wî neşikiya. Ev nîşanaye talîmata 'nigê wan bişikînin, cihekî wan bişkînin' bi xwe ye. Bi bombeyên gazî girseya li wir belav kirin û bi zanebûnî derdora me vala kirin. Zanibûn em parlementer in -ku parlementer Saît Dede baş nas dikin û min jî gotibû ez parlementer im- lê li wir bi mertalan serê min şikandin."    Eksîk da zanîn ku piştî bi mertalan derb xwariye, gotiye "dê gilî bike" û di vê navê de hewl daye telefona xwe ji berîka xwe derxe û wiha got: "Gava min telefon derdixist, êriş kirin. Min ê dîmen bigiratana. Lê polîsên li wir hemû êriş anîn ser min. Bi pehîn, şelmaq, kulm û copan êriş anîn ser min. Gava ez li ser pêyan bûm li min xistin û gava ez li ser pêyan bûm nigê min şikandin."    Eksîk bilêv kir ku bi derbeyan ketiye erdê, lê tahdeya polîsan li erdê jî dewam kiriye û got: "Gava ez ketim erdê pêl nigê min kirin. Herî dawî gava dîtin kamera dîmenan digirin reviyan. Dîmenên di çapemeniyê de derketin dîmenên dwî bûn. Êrişeke plankirî û organîzekirî bû. Min û parlementer Saît li wir ferq kir ku nigê min şikiyaye."    Eksîk anî ziman ku piştî ambulans hatiye cihê bûyerê ew rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê û got: "Ji ber ku derfetên nexweşxaneyê tune bûn ez emeliyat nebûm û bi awayekî demborî nigê min xistin alçiyê. Dê min bi ambulansa balafirî sewq bikirana, lê ji ber şert û mercên hewayê nebaş bûn min şandin Êlihê. Rê 7 saetan dewam kir. Ji wir jî bi ambulansa balafirî ez anîm Enqereyê. Serê sibehê emliyat bûm. Nigê min ji sê cihan şikiyaye. Emliyat jî emeliyatek giran bû."   Eksîk di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku ji bo meseleya kurdî bi awayekî demokratîk çareser bibe çi ji destê wî bê ew ê bike û wiha got: "Muxatabê sereke yê meseleya kurdî birzê Abdullah Ocalan e. Ji bo tecrîda li ser wî bê rakirin çi ji destê min bê ez ê bikim."