Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hat bibîranîn 2022-10-11 17:59:41   AMED – Nivîskar Memed Ûzûn di salvegera mirina xwe ya 15'an de li ser gora xwe ya li Goristana Deriyê Mêrdînê hat bibîranîn.   Nivîskar Memed Ûzûn ku di sala 2007’de jiyana xwe dest dabû, di salvegera mirina xwe ya 15’an de li ser gora xwe ya li Goristana Deriyê Mêrdînê ya navçeya Sûrê ya Amedê hat bibîranîn. Platforma Zimanê Kurdî, malbata Ûzûn, nivîskar û gelek kes tevlî bîranînê bûn. Di bîranînê de nivîskar Şehmûs Dîken axivî. Dîken di axaftina xwe de wiha got: "Mehmed Ûzûn gelek berhemên nîvcomayî li dû xwe hiştin. Em nivîskarên kurd, ji ber ku me ev berhem temam nekirin, em xwe rexne dikin. Em soz didin Mehmed Ûzûn; dê wêjeya kurdî bijî."    Pîştî axaftinan Sûzan Ûzûn, hevjîna Mehmed Ûzûn jî helbesta Ûzûn a bi sernavê "Şevên Lal" xwend. Bira Mûstafa Ûzûn jî nameya ku ji bo Ûzûn nivîsandiye xwend.    Paşê kesên tevlî bîranînê bûn qurnfîl danîn ser gora Ûzûn.     Piştî bîranînê kesên tevlî bîranînê bûn çûn li Qonaxa Zerzevanê li ser berhemên Ûzûn sohbet kirin.