ROJEVA 12'Ê COTMEHA 2022'YAN 2022-10-12 09:00:11     * Di ser qetilkirina belavkarê Rojnameya Azadiya Welat Kadrî Bagdû de 8 sal derbas bûn, lê lêpirsîn hê jî wekî berê ye. Xwendevanên rojnameyê xwestin kiryar bên dîtin û darizandin.    * Di ser qetilkirina Sekretera Giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyeyê Hevrîn Xelefê re 3 sal derbas bûn. Hevrêya wê Zozan Şemo got: "Têkoşîna Hevrînê hedef hat girtin."    * Şaredar Mehmet Zirig bertek nîşanî mihrîcana muzîkê ya ku dê bi hevkariya qeymeqamtî û qeyûmê şaredariyê li Cizîrê bê lidarxistin da û ji hunermendên ku dê beşdarî konserê bibin jî pirsî û got: "Wê bi kîjan rû, exlaq û wijdanî werin û li ser cenazeyên gelê kurd bistrên?"   * Jinên kurd, tirkmen, azerî, faris û ereb ên li Îranî bang kirin ku têkoşîna divê têkoşîn xurttir bibe û wiha gotin: “Em ê bi ser bikevin. Mirin jî tê de be em ê bi ser bikevin. Dê nifşên bê azad bijîn."    * Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 583’yemîn de berdewam dike.    * Danişîna 5’emîn a doza ku Onûr Gencer ê bi çekê êrişî avahiya rêxistina HDP’a Îzmîrê kir û Denîz Poyraz qetil kir, jê tê darizandin wê li 6’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Îzmîrê bê dîtin. Beriya danişînê wê HDP û rêxistinên jinan li ber edliyeyê daxuyaniyê bidin. (09.30) ZINDΠ   * Danişîna 3’yemîn a doza bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” derbarê parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de hatiye vekirin wê li 33’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê bê dîtin. (10.00)   * Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyan li Amedê daye dest pê kirin wê li ber ATK'ê bidome. (11.00) ZINDÎ   * Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’a Stenbolê wê “Rapora Binpêkirinên Mafan ên li Girtîgehên Marmarayê” ya 3 mehan dê li avahiya xwe aşkera bike. (13.00)   * Cenazeyê endama Navenda Lêkolînê ya Jineolojiyê rojnameger û akademîsyen Nagihan Akarsel ku di êrîşa li Silêmaniyê de jiyana xwe ji dest dabû dê ji Saziya Tiba Edlî ya Enqereyê bibin Gundê Golyazı yê navçeya Cîhanbeylî ya Konyayê. (15.30-17.00)