Cinayeta Bagdû: Bila kiryar bên dîtin û darizandin 2022-10-12 09:00:42 EDENE - Bi ser qetilkirina belavkarê Rojnameya Azadiya Welat Kadrî Bagdû re 8 sal derbas bûn, lê lêpirsîn hê jî wekî berê ye. Xwendevanên rojnameyê xwestin kiryar bên dîtin û darizandin.    Xebatkarê Azadiya Welat (bi KHK'ê hatiye girtin) Kadrî Bagdû di 14'ê cotmeha 2014'an de gava li Taxa Ovayê ya semta Şakîrpaşa ya navçeya Seyhanê ya Edeneyê bi duçerxeya xwe rojname belav dikir, DAIŞ'iyan ew qetil kiribûn. Lê belê dosyeya lêpirsînê ya Bagdû 8 sal in wekî berê ye û heya niha ji kiryaran yek jê jî nehatiye darizandin. Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê, ji bo dosyeya Bagdû gotibû "ne bûyereke terorî, bûyereke edlî ye" û dosyeya wî daxilî nav a kiryar nediyaran kiribû. Çendî ku di sala 2016'an de Servet Koç ê DAIŞ'î bi dîmenan û bi nivîskî awayê pêkanîna cinayetê vegotibû jî, lê dîsa jî di dosyeyê de tu pêşketin çênebûn.    TÊKOŞÎNA MALBATÊ DIDOME   Li gel vê têkoşîna malbatê ya di warê hiqûqî de jî didome. Malbatê bi rêya parêzerên xwe serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYMA) dabû, ger ji vê serlêdanê tiştek bi dest nekeve dê malbat serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) bide.    Xwendevanên rojnameyê xwestin kiryarên Bagû bên dîtin û darizandin.    ‘BI SALAN ROJNAMEYÊ GIHAND BER DESTÊ ME'   Ji aboneyên rojnameyê esnaf Mendûh Çakir diyar kir ku ew ji sala 1993'yan ve Bagdû nas dike. Çakir destnîşan kir ku her kesî ji Bagdû hez dikir û bi salan rojname gihandiye wan. Çakir bilêv kir ku Bagdû roja hat qetilkirin jî rojname ji wî re aniye û wiha got: "Hê jî kiryarên wî nehatine dîtin. Em dixwazin demildest kiryar bên dîtin."    Têkildarî mijarê esnafê bi navê Farûk Efeturk ku ji sala 1994'an ve Bagdû nas dike jî ev tişt anî ziman: "Gava xebera qetilkirina wî gihaşt me, me bawer nekir. Ez pir li ber ketim. Bagdû ji aliyê hêzên tarî ve hat qetilkirin. Hê jî kiryarên wî nehatine dîtin. Em dixwazin kiryar bên dîtin."    ‘BILA KIRYARÊN BAGDÛ BÊN DARIZANDIN'   Ji esnafan Halît Arslan jî diyar kir ku ji sala 1995'an ve Bagdû nas dike û wiha berdewam kir: "Kadrî Bagdû mirovekî pir hêja bû. Em doza demokrasiyê dikin. Em doza biratiya gelan dikin. Em dixwazin kiryarên Bagdû bên darizandin."   Esnaf Abdûrrahman Behçet jî bilêv kir ku Bagdû hem xizmê wî ye hem jî ew aboneyê rojnameyê bûye û xwest kiryar bên darizandin û cezakirin.    'ARMANC BIGIHÊ HER KESÎ'   Abdûllah Baynar jî ku hem gundiyê Bagdû ye hem jî hevalê wî ye got Bagdû ji wan re gotiye, "Armanc ne firotina vê rojnameyê ye, armanc rojname bigihê her kesî. Bila mirov bixwînin. Nûçeyên di vir de di rojnameyên din de tune ne. Armanca min ez vê rojnameyê bigihînim her kesî."    Baynar destnîşan kir ku dewlet naxwaze kiryarên Bagdû bibîne û got ku her kes dizane kiryar kî ne. Bagdû xwest kiryar bên dîtin.    MA / Hamdûllah Yagiz Kesen