Berteka li dijî mîhrîcana qeyûmê Cizîrê: Dê bi kîjan wijdanê beşdar bibin? 2022-10-12 09:01:27   ŞIRNEX - Şaredar Mehmet Zirig bertek nîşanî mihrîcana muzîkê ya ku dê bi hevkariya qeymeqamtî û qeyûmê şaredariyê li Cizîrê bê lidarxistin da û ji hunermendên ku dê beşdarî konserê bibin jî pirsî û got: "Wê bi kîjan rû, exlaq û wijdanî werin û li ser cenazeyên gelê kurd bistrên?"   Qeyûmê Şaredariya Cizîrê hewl dide li ser birînên şêniyên navçeyê mîhrîcanekê li dar bixe. Di qedexeyên derketina derve de ku di 14'ê Kanûna 2015'an de li navçeyê hatibû ragihandin û 79 rojan dewam kiribûn, 177 jê di "jêrzemînên wehşetê" de bi giştî 288 kes hatibûn qetilkirin. Çendî ku 7 sal derbas bûne, hê jî cenazeyên 14 kesan nehatine dîtin. Piştî qedexeya derketina derve qeyûm tayînî Şaredariya Cizîrê hatibû kirin û şaredarî ji Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) hatibû standin. Îcraata ewil a qeyûmê hatibû tayinkirin jî ew bû ku xirbeyên avahiyên ku li bajêr hatibûn hilweşandin li qiraxa Çemê Dîcleyê vala kiribûn. Di nava xirbeyên li qeraxa çem hatibûn rijandin de, hin parçeyên cenazeyên kesên ku di qedexeyên derketina derve de jiyana xwe ji dest dabûn hatibûn dîtin. Pişt re qeyûm cihê ku xirbe lê hatibûn rijandin, kiribû park û navê Mem û Zînê lê kiribû. Piştî 7 salan vê carê jî Walîtiya Şirnexê, Qeymeqamtiya Cizîrê û qeyûmê Şaredariya Cizîrê dixwazin li vir mîhrîcaneke muzîkê li dar bixin. Li gor daxuyaniyan “Mîhrîcana Muzîkê ya Cizîrê By Mr. Dosso Dossî" dê di 30'yê Cotmehê de bê lidarxistin û tê derpêşkirin ku dê hunermend Xêro Abbas, Tara Mamedova, Sefo û Kûrtûlûş Kûş & Bûrak Bûlût derkevin ser dikê.    Piştî ku Walîtiya Şirnexê, Qeymeqamtiya Cizîrê û qeyûmê Cizîrê daxuyandibûn ku dê mîhrîcan li Parka Mem û Zînê bê lidarxistin, şêniyên bajêr bertekek mezin nîşandan.    Hevşaredarê Cizîrê Mehmet Zirig ku qeyûm tayinî şûna wî hatiye kirin, destnîşan kir ku ev mîhrîcan heqareta li nirxên gelê kurd e.   ‘DÊ XWE BIHEJÎNIN'   Zirîg diyar kir ku cihê ku dê mîhrîcana muzîkê lê bê lidarxistin bi zanebûnî hatiye hilbijartin û wiha got: “Di navbera salên 2015-2016’an de faşîzma AKP-MHP’ê bi tang û topên xwe Cizîrê wêran kir. Di wê pêvajoyê de bi sedan welatiyên Cizîrê hatin qetilkirin. Wê demê bi taybetî di 3 jêrzemînan de bi dehan kes şewitandin. Xirbeyên taxên hatin xerakirin li qeraxa Çemê Dîcleyê vala kirin û ev der kirin park. Belkî hê jî di binê vê parkê de gelek cenazeyên welatiyên me yên bi destê AKP-MHP'ê hatin qetilkirin hebin."   Zirîg da zanîn ku li Cizîrê bi dehan park û qad hene ku çalakî lê bên lidarxistin û wiha got: “Lê Parka Mem û Zînê bi taybetî hatiye hilbijartin. Sedema vê ya bingehîn jî ew e ku ev der ji bo gelê Cizîrê cihekî hestiyar û xwedî nirx e. Hestiyên zarokên gelê me di bin vê parkê de ne. Ji aliyê Walîtiya Şirnexê, Qeymeqamtiya Cizîrê û qeyûmê Cizîrê ve li vir lidarxistina konseran heqaret e  li vî gelî. Ji aliyekî ve dibêjin 'Me bi tank û topan Cizîrê hilweşand. Me bi sedan sivîl qetil kirin. Me hemû di binê vê parkê de veşartin' û ji aliyê din ve jî dibêjin 'em ê werin li ser cenazeyan konseran li dar bixin û xwe bihejînin.' Yanî ev park bi taybetî hatiye hilbijartin. Dixwazin li ser cenazeyên zarokên gelê Cizîra Botan kêfê bikin. Ji ber vê yekê ev park hatiye hilbijartin."   ‘GELÊ ME DIVÊ HIŞYAR BE'   Zirig axaftina xwe wiha domand: "Divê gelê me ji bo van hesasiyetan û li hember armanca êrişkar ên walîtiyê yên li ser nirxên gelê kurd hişyar be. Divê her kes zanibe ku armanca Walîtiya Şirnexê çi ye. Heger armanca wan moral bûna, dê ev konser li cihekî din li dar bixistana. Armancên wan ên sereke cuda ne. Armanca wan a sereke êrişa li dijî nirxên gelê Cizîrê ye. Qeymeqam û walîtî bûne yek, di bin navê 'konsera moralê' de dixwazin pê li hestiyên zarokên gelê Cizîrê bikin. Divê tu kes rê nede wan ku ev li ser hestiyên zarokên wan xwe bitepisînin."   ÊRIŞÊN LI DIJÎ NIRXÊN GEL   Zirig destnîşan kir ku konsera ku dê bê lidarxistin polîtîkaya şerê qirêj e û wiha dewam kir: “Hikûmeta AKP-MHP’ê bi hemû saziyên dewletê li Kurdistanê şerê qirêj dimeşîne. Her kê hêza wan a desthilatdariyê qels dibe, êrişên xwe hîn zêdetir dikin. Sûr ji bo gelê kurd yek ji cihên herî hestiyar bû. Dixwestin li wir jî tiştekî wisa bikin. Di demên pêş de wê bixwazin vê planê li Nisêbînê jî bixin meriyetê. Ji aliyekî ve şerê taybet dimeşînin, ji aliyê din ve jî dixwazin di warê çandî de asîmlasyonê pêk bînin. Li hemberî van lîstikên AKP'ê hişyar bin. Armanca wan ew e ku ber bi hilbijartinê ve propagandaya xwe bikin. AKP îro li cihên wekî Cizîr, Silopiya û Amedê nikare du kesan bîne cem hev. Armanca wan ew e ku bi rêya walîtî û qeymeqamtiyê propagandaya xwe bikin.”   BANG LI XÊRO ABBAS Û TARA MAMEDOVA KIR   Zirig bang li hunermendên ku dê beşdarî mîhrîcanê bibin jî kir û wiha got: “Dixwazin kesên ku bi saya nirxên gelê kurd hatine astekê daxilî lîstikên qirêj ên li ser hesasiyetên gelê kurd bikin. Tê gotin ku Xêro Abbas û Tara Mamedova jî dê beşdarî 'mîhrîcana' ya navbirî bibin. Ev hunermend bi têkoşîna gelê kurd dizanin. Ew bi nirxên gelê kurd dizanin û baş dizanin ku hikûmeta AKP’ê çawa êrîşî van nirxên gelê kurd dike. Heger beşdarbûna wan rast be, nexwe wê Xêro Abbas bi kîjan rûyî, bi kîjan exlaqî û bi kîjan wijdanî were û li ser cenazeyên gelê kurd bistirê? Tara Mamedova dê çawa li cihekî wisa êşbar bistrê? Ma wijdanê wan rê li ber tiştekî wiha vedike? Tê wateya ku ev kesên ku gelê kurd ew hembêz kirine, berbayî lîstikên qirêj ên AKP'ê ketine. Banga me ji bo wan ev e; Eger bi qasî serê derziyê jî qîmeta nirxên gelê kurd li cem wan hebe dê berbayî vê lîstikê nekevin."