Aktîvîst Mahbûb: Dirûşma ‘Jin, jiyan, azadî’ li Îranê mîna gulekê kulîlk da! 2022-10-12 10:14:47   ENQERE - Aktîvîsta îranî Mahtab Mahbûb diyar kir ku jenerasyona nû pir dilawêr e û wiha got: “Dirûşmeke ku hîmê wê li Rojava hatiye avêtin, şoreşeke li ser hatiye avakirin, îro li xaka me weke gulekê kulîlk da.”    Bi qetilkirina jina ciwan a kurd Jîna Amînî ji hêla “polîsên exlaqê” yên rejîma Îranê ve, di serî de li rojhilatê Kurdistanê, li seranserî Îranê bi pêşengtiya jinan çalakiyên protestoyî dest pê kirin. Çalakî hêj bênavber didomin. Li her çar aliyên welêt gel bi pêşengtiya jin û ciwanan çalakiyan didomîne û dikevin greva birçîbûnê. Li gel mamoste, xwendekar û karkerên ji gelek pîşeyên cuda, her wiha karkerên petrolê ku di aboriya Îranê de xwedî rolekî diyarker in jî tev li çalakiyan bûn. Li gelek herêmên Îranê li dijî Hamaney dirûşm tên berzkirin û daxwaza çalakvanan jî guherandina rejîmê ye. Di çalakiyên heta niha de zêdetirî 200 kes ji hêla rejîmê ve hatine qetilkirin lê belê dîsa jî gel paşde gav naavêje û roj bi roj çalakiyên xwe xurtir dike.    Aktîvîsta îranî Mahtab Mahbûb têkildarî çalakiyên li Îranê bi ajansa me re axivî. Mahbûb ku li Almanyayê derheqê penaber û jinan de xebatan dike, da zanîn ku di sala 2009’an de bi awayekî çalak tev li çalakiyên li Îranê bûye û wiha got: “Ez neçar mam ku ji welat bar bikim. Qada muzakereyên demokratîk ên bi dewleta Îranê bi tevahî hatine blokekirin. Lewma êrişên li dijî çalakvanan pir tund bûn. Dema em çalakiyên niha û yên sala 2009’an ku gelemperî li bajarên mezin hatibûn lidarxistin didin ber hev, çalakiyên niha li hemû bajaran e. Çalakî, bi qetilkirina Jîna’yê dest pê kirin. Çendek tiştên ku bandor li kuştina Jîna’yê kirin hebûn. Jin bû, kurd bû, sunî bû, devoka wê hebû û li Tehranê li xurbetê bû. A herî girîng jî li dijî polîs û heqaretên polîsan li ber xwe dabû. Tehemûla heqaretan nekir û li dijî polîsan derketibû. Bersiv da. Weke jinek û kurdekê ev yek kir. Di encamê de jî ewqas li serê wê xistin ku kete komayê û jiyana xwe ji dest da.”   JINTÎ Û MÊRTÎ DÎSA HAT PÊNASEKIRIN   Bi domdarî Mahbûb anî ziman ku Jîna beriya kuştina xwe tenê hemwelatiyeke sade bû ku li benda otobûsê disekiniya û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ya ku civak ewqas bihêrs kirî jî ev bû. Weke noqteya dawî ya tehemûla civakê bû. Dema li Îranê li benda otobûsê disekinî, dibe ku ewqas li bedena te were xistin ku tu bimrî. Ji ber ku jinên îranî bi sala ye vê hêrsê dijîn û li dijî wê li ber xwe didin. Kesekî tiştekî wiha texmîn nedikir. Dirûşmeke ku ji bajarekê hejar ê biçûçik hatiye berzkirin, li paytexta Îranê teqiya û li tevahiya welat belav bû. Hemû kes niha dibêje ‘Jin, jiyan, azadî.’ Ev yek, tiştekî nûwaza ye. Û di heman demê de tiştekî pir nû ye. Jintî û mêrtî li dora vê dirûşmê careke din hat pênasekirin. Mêrtî, vêcarê ji pêşengtiya jinan re deng nekir. Ma kê texmîn dikir ku dê di şexsê jinekê de dê mêrê di bin zexta vê pergalê de tê eciqandin were parastin? Li ser gora Jîna’yê jî ev yek hatiye nivîsandin. Navê wê êdî bû sembol. Weke nasnaveke veşarî ya azadiyê.”   ‘JENERASYONA NÛ PIR DILAWÊR E’    Di berdewamê de Mahbûb bi lêv kir ku çalakî li Kurdistanê dest pê kirin û li seranserî Îranê berbelav bûn û ev yek wiha nirxand: “Vê jî di nava gelên îranî de roleke pêkhênêr lîst. Em ji wan re êdî nabêjin ‘polîsên exlaqê’ ji holê rakin. Em dibêjin; ‘Em êdî destûrê nadin ev yek bi vî awayî bidome.’ Gelo têgeha polîsên exlaqê gotineke rast e? Exlaq, di pêkanîna cînayetê de tam li ku disekine? Gelemperiya kesên li kolanan li ber xwe didin, jenerasyona piştî sala 2000’î ne. Ev jenerasyon ji yên din pir cuda ye. Bi qasî ku mirov texmîn neke dilawêr in. Tu tirsekî wan nîne lê mixabin tu hêviyên wan jî nînin. Dema em di temenê wan de em ewqas bêhêvî nebûn. Tu azadiyeke wan a civakî tune ye. Hêviyeke wan a borî nîne. Daxwazeke wan a gelek navendî heye ku ev daxwaz ne tenê li dijî hikûmetê ye, li dijî civakê jî ye.”    ‘REJÎMA ÎRANÊ DI NAVA TIRSÊ DE YE’   Mahbûb, ji bo pirsa derheqê manîpulasyonên medyaya Îranê de jî wiha got: “Bawer bikin ez medyaya Îranê qet naşopînim. Tenê yek kesê ku dişopîne jî nas nakim. Bawer bikin kesek wan qenalan temaşe nake. Her kesî peykên xwe hene. Hemû kes medyaya civakî dişopîne. Ji ber televîzyonên dewletê derewan dikin û hemû Îran bi vê dizane. Ev jenerasyona nû ya ku min demek berê behs dikir, medyaya civakî tenê bi kar nayîne, her wiha dikevin rûpelên kesên navdar, jê re peyaman dişînin û dibêjin dengê me bibihîsin. Dikin ku ew neçar bimînin bertek nîşan bidin. Ev tiştekî nûwaza ye. Erê rast e li Îranê niha înternet hatiye qutkirin lê li kolanan di destê ciwanan de kamera hene. Ev ciwan natirsin, na revin. Ev yek, bo jineke weke min ku di demên berê de li Îranê li ber xwe daye, hişê min ji serê min dibe. Ev hovîtiya ku hûn niha li kolanan dibînin, ya li girtîgehan û ya ku dê were kirin, ji deh paran tenê yek jê ye. Ji ber ku li kolanan niha hêj jî kamera hene. Lewma tevahiya rejîmê ditirse. Li ser medyaya wan ji bilî wan kesek guh nade wan.”    LI ÎRANÊ BERXWEDAN BI SER KET   Mahbûb, bi bîr xist ku çalakiyên li Îranê ketine hefteya 4’emîn û axaftina xwe wiha qedand: “Em dikarin bibêjin ku berxwedana Îranê bi ser ket. Di pêleke serhildanê ya wiha de ku jin, jiyan û azadî navenda wê ye gelo serkeftin çi ye? Li gorî min di halê hazir de rewşa heyî ji xwe serkeftin e. Bi van çalakiyan re mêrtî dîsa hat pênasekirin û kirdeyên şoreşger ên nû afirîn. Dirûşmeke ku hîmê wê li Rojava hatiye avêtin, şoreşeke li ser hatiye avakirin, îro li xaka me weke gulekê kulîlk da. Niha temamiya nifûsa Îranê vê dirûşmê diqîre ku kurteçîroka jiyane pir cuda ye. Ev yek bi tena serê xwe serkeftin e.”    MA / Gozde Çagri Ozkese