Danişîna Denîz Poyraz: Jin wê hesab ji kujeran bixwazin 2022-10-12 11:09:03   ÎZMÎR - Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay beriya danişîna doza Denîz Poyraz axivî û diyar kir ku wê jin hesab ji kujeran bixwazin.    Danişîna 5’emîn a doza ku Onûr Gencer ji qetilkirina Denîz Poyraz tê darizandin li 6’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Îzmîrê tê lidarxistin. Beriya danişînê li ber edliyeyê daxuyanî hat dayîn. Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay, parlamenterên HDP’ê Mûrat Çepnî, Oya Ersoy, Serpîl Kemalbay, parlamenterê CHP’ê Sezgîn Tanrikûlû û gelek kes tev li daxuyaniyê bûn û dirûşmên li dijî faşîzmê û dê hesab ji kujeran bixwazin kirin.    GUNAY: KUJER TÊN PARASTIN    Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay di daxuyaniyê de aivî û wiha got: “Kujer ji roja destpêkê ya komkujiyê ve hatine parastin û veşartin. Helwesta heyeta dadgehê ya ku divê ji bo eşkerekirina heqîqetê têbikoşe eşkere ye. Daxuyaniya dawîn hevalên me yên parêzer dest bi pirsan kirin. Helwesta kujer û heyeta dadgehê ji bo pêşîlêgirtina heqîqetê bû. Helwesteke astengkirinê nîşan dan. Em helwesta komîteyên dadgehê di dosyayan de û helwesta hikûmetê dizanin. Ev helwest helwesta bêcezakirinê, nehiştina aşkerabûna heqîqetê, parastina kiryaran û nebûna sûc e. Hesab bê pirsîn. Em ne xerîbê vê ne. Em bi biryar in ku li dijî vê têbikoşin. Têkoşîna jinan wê dawiya dawî hesab ji kujeran bixwaze.    'WÊ JIN HESAB BIXWAZIN’    Gunay anî ziman ku heman zîhniyeta qetlîamker, zihniyeta dij-jin û dij-kurd Nagihan Akarsel jî qetil kiriye û got: "Heke kujerên Denîz eşkere bibûna, hesab bihata girtin û tedbîrên pêwîst bigirtana, heval Nagihan wê di encama sûîqestekê de nehata kuştin. Ev desthilatdarî ji jina rêxistinkirî, ji têkoşîna azadiyê ditirse Ji jina ku ew qetil kiriye ditirse, ji ber vê jî bi polîtîkaya qetlîamê êriş dike. Zîhniyeta ku Jîna kuşt û zîhniyeta ku Nagihan qetil kir  û zîhniyeta ku Denîz Poyraz kuşt heman zîhniyet e, mejiyê mêr û mejiyê mêtinger e. Soza me ye, em ê bi hemû hêza xwe li ser vê xakê aştî û rengê jinê bidin qebûlkirin. Em dîsa dibêjin ‘Jin, jiyan, azadî’ li ser vê xakê deng û nefesa azadiyê ne. Em soz didin ku wê ev kujer hesab bidin her kesî. Em ê bi berxwedana xwe vê bikin û bi têkoşîna xwe em ê bi ser bikevin."    ‘NEBIN ŞIRÎKÊ SÛC’   Parmaneterê CHP’ê Sezgîn Tanrikûlû jî wiha got: “Ev cînayet li ser bingeha gotinên nefretê û dubendiyê ku ji aliyê desthilatdariya siyasî ve hatiye çêkirin, hatiye kirin. Desthilatdarî hevkar û teşwîqkarê vê kuştinê ye. Em ê hesab ji wan bixwazin. Ji vir em bang li dozgerên ku ev darizandin kirine, em we hemûyan dişopînin. Nebin şirîkê vî sûcî, herî zêde baldar bin, bersûc û pişta wî neparêzin.”