Rêveberiya girtîgehê bersivê nade daxwaznameyên Semra Guzel 2022-10-12 11:12:09   STENBOL - Hat zanîn ku rêveberiya girtîgehê bersivê nade daxwaznameyên Parlamentera HDP’ê Semra Guzel, nahêle derkeve çalakiyên hevpar û faksên wê jî ji kesên têkildar re naşîne.    Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Semra Guzel piştî ku parêzbendiya wê hat rakirin, di 3’yê îlonê de hat girtin. Guzel, li Girtîgeha Jinan a Marmarayê (Sîlîvrî) rastî gelek binpêkirinan tê. Ji parêzerên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Arzû Eylem Kayaoglû ku çûbû serdana Guzel, da zanîn ku rêveberiya girtîgehê bersivê nade tu daxwaznameyên Guzel.    Guzel, ev zêdetirî meheke di qawîşa yekkesî de tê ragirtin û ji bo ku biçe qawîşa girtiyeka din, daxwazname da rêveberiya girtîgehê. Lê rêveberiya girtîgehê li şûna ku rêveberiya girtîgehê bersivê bide daxwaznameya Guzel, Zelal Coşkun a ji dosyaya Komeleya Şopandina Koçberiyê (GOÇÎZDER) hatiye girtin û li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê dihat ragirtin sewqî Girtîgeha Marmarayê kir û xist qawîşa Guzel. Rêveberiya girtîgehê erênî yan jî neyînî tu bersiv neda daxwaznameya Guzel.    NAHÊLIN TEV LI ÇALAKIYÊN HEVPAR BIBE   Guzel, her wiha ji parêzera xwe re got ku tu daxwazên wê ji hêla rêveberiya girtîgehê ve nayên qebûlkirin. Parêzer Kayaoglû, da zanîn ku rêveberiya girtîgehê nahêle miwekîla wê beşdarî tu çalakiyên hevpar bibe û ev agahî parve kirin: “Semra dixwaze ku li gel jinên din tev li çalakiyên hevpar bibe lê rêveberiya girtîgehê bersivê nade. Nahêle bi awayekî fiîlî bên cem hev. Ev jî tê wateya redkirina daxwazê. Têkildarî jina ku dixwaze pê re bimîne daxwaznameyên wê hene. Lê bersiv nedan wan daxwaznameyan. Çendek faks hene ku bo parlamenter, Meclis û şêwirmendên xwe şandiye. Lê ev faks jî ne gihandine ber destê wan.”