Di danişîna Denîz Poyraz de şandeya dadgehê eywan terikand 2022-10-12 11:26:25   ÎZMÎR - Di danişîna Denîz Poyraz de şandeya dadgehê mafê axaftinê neda parêzaran û li ser vê yekê rageşî derket. Bi derketina rageşiyê re şandeya dadgehê eywan terikand.    Derheqê kujer Onur Gencer de ku êrişî avahiya Partiya Demomratîk a Gelan (HDP) a Îzmîrê kiribû û Denîz Poyraz qetil kiribû, doz hatibû vekirin. 5’emîn danişîna dozê îro li 6’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Îzmîrê hat dîtin. Di danişînê de hem kujer Onur Gencer û hem jî malbata Denîz Poyraz amade bû. Her wiha Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay, parlamenterên HDP’ê Mûrat Çepnî, Serpîl Kemalbay, Oya Ersoy, parlamenterê CHP’ê Sezgîn Tanrikulu, gelek serokên baroyan û welatî jî danişînê dişopînin.    Di danişînê de şandeya dadgehê biryara xwe ya navberê ragihand û got ku ji bilî parêzerê di dosyayê de, tu parêzerên din ên bi belgeya rayedartiyê nehatine peywirdarkirin aliyeke dosyayê nînin û ji parêzeran xwest ku qada aydê parêzeran derkevin.    Li ser vê yekê parêzeran bertek nîşan dan û serokê şandeya dadgehê jî got; “Li cihê ku parêzer wê bi xwe hebin, ez hewcehî pê nabînim ku hûn biaxivin. Ji qada bo parêzeran hatiye veqetandin derkevin.”   Bi gotina serokê dadgehê re Serokê Baroya Îzmîrê Ozkan Yucel bertek nîşan da û wiha got: “Em bi belgeya rayeyê hatine peywirdarkirin. Hûn nikarin ji me re bibêjin li beşa temaşevanan rûnin. Em ji qada bo me hatiye veqetandin dernakevin. Heke hûn bixwazin me ji vir derxînin, wê demê hûn neçarin rêbazeke din biceribînin.”    Li ser vê yekê serokê şandeya dadgehê jî ev bersiv da: “Mafê we yê axaftinê nîne. Biryara navberê ji nîqaşan re vekirî nîne. Em ê mafê axaftinê nedin parêzeran.”    Ji parêzerên dozê Turkan Aslan Agaç jî destnîşan kir ku biryara hatiye girtin, derhiqûqî ye.    ŞANDEYÊ EYWAN TERIKAND    Di navbera parêzeran û peywirdarên ewlekariyê de nîqaş derket. Temaşevanan jî bertek nîşanî helwesta şandeya dadgehê dan û gotin; “Kujer bidarizînin.” Parlamenterê HDP’ê Mûrat Çepnî jî bertek nîşan da û got ku serokê şandeya dadgehê bi zanebûn rewşê aloz dike.    Di vê navberê de kujer Onur Gencer gotin ji birayê Denîz Poyraz ê girtî Kamûran Poyraz re kirin. Piştî ku Kamûran Poyraz bersiva kujer Gencer dayî jî cendirmeyekî li Kamûran Poyraz xist.    Li ser vê yekê temaşevanan bertek nîşan dan û li eywanên rageşî derket. Şandeya dadgehê eywan terikand.