Kalin: Li gorî berjewendiyan Erdogan û Esad dikarin li hev bicivin 2022-10-12 11:34:59   ENQERE - Berdevkê Serokê Giştî yê AKP’ê Tayyîp Erdogan Îbrahîm Kalin, têkildarî îhtîmala hevdîtina Serokê Dewleta Sûriyeyê Esad û Erdogan de wiha got: “Sibê dusibe dema hewcehî bi berjewendiyên welatê me bû, dibe ku ev hevdîtin jî çêbibe.”   Berdevkê Serokê Giştî yê AKP’ê Tayyîp Erdogan Îbrahîm Kalin di weşaneke zindî ku tev li bû de têkildarî îhtîmala hevdîtina Serokê Dewleta Sûriyeyê Esad û Erdogan de axivî.    Kalin têkildarî hevdîtinê wiha axivî: “Niha bingeheke siyasî ya bi vî rengî nîne. Em ne di nava lêgerîneke bi vî rengî de ne lê serokkkomarê me her tim wiha dibêje ‘Di dîplomasiyê de tiştekî ku weke girtina derî nîne’ Bi fermana wî bi serokên îstîxbaratê re hevdîtinan dikin, ji xwe têkildarî hin mijaran hevdîtinan dikin. Vê ew bi xwe jî demeke dibêje. Ji bilî vê fermaneke wî ya ‘bi rêya qenalên siyasî hevdîtinan bikin’ çênebû.   Kalin, têkildarî hevdîtineke ku di demeke pêş de çêbibe peyameke erênî da û wiha got: “Dema sibê du sibê hewcehî bi berjewendiyên welatê me bû, dibe ku ev hevdîtin jî çêbibe, dibe ku çenebe jî tişteke ku plankirî nîne. Nêrîna me ya derbarê Sûriyeyê de jî diyar e.”