Jinan pankarta 'Kujerên Denîz Poyraz ev 5 danişînin tên parastin’ daliqandin 2022-10-12 12:01:49   ÎZMÎR - Danişîna kujerê Denîz Poyraz, Onur Gencer didome û jinan pankarta “Kujerên Denîz Poyraz ev 5 danişînin tên parastin” daliqandin.    Danişîna doza kujer Onur Gencer ku êrişî avahiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îzmîrê kiribû û Denîz Poyraz qetil kiribû, berdewam e. Di vê navberê de endamên Jin Bi Hev re Bihêz in (KBG) a Îzmîrê li şaneşîna avahiya li hemberî Edliyeya Bayrakliyê  pankarta “Kujerên Denîz Poyraz ev 5 danişînin tên parastin” daliqandin. Li ser vê yekê polîsan xwest destwerdanê li jinan bikin lê welatiyên li derdorê bertek nîşan dan.    Di dema daliqandina pankartê de jinan gelek caran dirûşma “Denîz Poyraz serhildana me ye” berz kirin.