Bariyerên hesin rakirin, qada nobetê kirin cihê parka wesayîtan 2022-10-12 12:32:11 RIHA - Bariyerên hesin ên danîbûn qada ku malbata Şenyaşar lê Nobeta xwe ya Edaletê didomîne rakirin û şûna wê bi gotina “cihê parkê ye” wesayît lê bicihkirin. Dayika Emîne Şenyaşar bertek nîşanî astengkirinan dan û bi lêv kir ku wê çalakiya xwe bidomîne.   Çalakiya Nobeta Edaletê ku malbata Şenyaşar di 9’ê adara 2021’an de li ber Edliyeya Rihayê daye destpêkirin di roja 583’yemîn de berdewam dike. Malbat di saetên serê sibê de hate ber deriyê edliyeyê û li qada ku weke “Quncikê malbata Şenyaşar tê binavkirin” dest bi nobeta xwe kir. Di nobeta malbatê ya îro de lawikê malbatê yê din Mehmet Şenyaşar jî tev li bû. Li qada nobetê ku hefteyeke di bin dorpêçê de ye, bariyerên hesin hatin rakirin lê bi hinceta “cihê parkê ye” bi wesayîtan hate dorpêçkirin.   BARIYERÊN DEMIR RAKIRIN, KIRIN ‘CIHÊ PARKÊ’   Li aliyê din hin blokên beton ên din li blokên beton ên li ber edliyeyê zêde kirin. Malbata ku kaxizên ku li ser “Edalet” dinivîsî û wêneyên ku di dema nobeta wan de hatine kişandin bi blokên li ber deriyê edliyeyê ve kirin, bertek nîşanî dorpêçê da. Dayik Şenyaşar, bi lêv kir ku tevî astengkirinan jî wê çalakiya xwe bidomîne. Malbatê kesên ku hatin ber deriyê edliyeyê û piştgirî dan malbatê têkildarî komkujiyê agahdar kirin.    Endam û rêveberên Şaxên Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) yên Dîlok û Rihayê îro serdana malbatê kirin.    Malbatê li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal Lijneya Dadger û Dozgeran (HSK), Wezareta Dadê û Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag etîket kir û ev peyam parve kir: “Bi fermana serdozger qada ku me lê nöbet digirt, bi bariyerên polîsan hate dorpêçkirin. Di roja 7’an de bariyer hatin rakirin. Li Rihayê ne qanûn ferman tên sepandin. Li Edliyeya Rihayê çi dibe? Em HSK’ê vedixwînin ku peywîra xwe bi cih bîne.”