Abdullah Oncel bû serokê nû yê Baroya Rihayê 2022-10-12 12:32:41 RIHA - Abdullah Oncel ji bo serokatiya Baroya Rihayê hatibû bijartin. Di çarçoveya “têrnekirina hilbijartinê” îtîraz hatibû kirin û ev hat redkirin. Tê payîn Oncel îro mazbataya xwe wergbigire.    Baroya Rihayê roja 9’ê cotmehê Kongreya xwe ya Asayî ya 36’emîn li dar xistibû. Di kongreyê de 6 parêzer ji bo serokatiyê ketibûn pêşbaziyê. Di dengdayînê de herî zêde Abdullah Oncel deng wergirt û ji bo serokatiya baroyê hat bijartin. Halîl Olgun ê di hilbijartinê de bûbû duyemîn derbarê Oncel de bi boneya lêpirsînek derbarê wî de heye serî li Dadgha Hilbijartinê da û îtîraz kiribû.    Olgûn îdia kir ku “têrnekirina hilbijartinê” ya Oncel nîne û ji bo ew bûye duyemîn xwest mazbata bidin wî. Dadgeriya Hilbijartinê serlêdanê nirxand û bi hêceta delîl têr nakin û îdiaya Olgun îspat nekiriye serlêdanê red kir. Piştî vê redkirinê tê payîn Oncel îro mazbataya xwe werbigire û wezîfeya serokatiya baroyê bi rê ve bibe.    Di hilbijartinê de Abdullah Oncel 393 deng, Halîl Olgûn 334 deng, Mehmet Velat Îzol 277 deng, Reşît Tartiş 215 deng, Eyyup Sabrî Tînaş 159  deng û Bulent Kûrt 117 deng wergirtibûn.