Li Girtîgeha Alanyayê bi awayekî keyfî sewq hate kirin 2022-10-12 13:07:28   ANTALYA - Yucel Balyecî ku li Girtîgeha Tîpa L a Alanyayê dihat ragirtin, bêyî daxwaza xwe sewqî girtîgeheke din hate kirin.    Girtiyê bi navê Yucel Balyecî ku li Girtîgeha Tîpa L ya Alanya ya Antalyayê dihat ragirtin, di 10’ê cotmehê de bêyî daxwaza xwe sewqî girtîgeheke din hate kirin. Nehate hînbûn ku Balyecî sewqî kîjan girtîgehê hatiye kirin. Li aliyê din jî malbata girtî Suleyman Acûn ragihand ku di 11’ê cotmehê de bêyî  hincetek were pêşkeşkirin, lawê wan xistine hucreya yek kesî.