Li Doza Geziyê piştî 8 salan şahidên nepen û vekirî hatin zêdekirin 2022-10-12 13:15:00   ENQERE - Di Doza Geziyê ya Enqereyê ku dozger beriya du salan daxwaza beraetê kiribû û dû re ceza xwestibû de yek jê vekirî du nepen sê şahid li dosyayê hatin zêdekirin.    Danişîna doza 26 kesan a bi hinceta tev li Berxwedana Geziyê bûne, li 14’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê hate dîtin. Parêzer li danişînê amade bûn. Di Doza Geziyê de dozgerê ku beriya niha ji sûcê “endamtiya rêxistinê” ji bo 25 kesan beraet xwestibû, piştî du salan mutalaaya xwe guhertibû û xwestibû ku ji vî sûcê jî ceza bê dayîn.    3 DEQÎQEYAN DOM KIR    Hate hînbûn ku ji şandeya dadgehê du endam hatine guhertin û li dosyayê belgeyên nû hatine zêdekirin. Danişîna doza dosyaya ku yek jê vekirî û du nepen sê şahid lê hatin zêdekirin, 3 deqîqeyan dom kir.    Şandeya dadgehê ku hincetên parêzeran qebûl kirin, biryar da ku şahidê nepen ê li dosyayê hatiye zêdekirin bê guhdarkirin û danişîn taloqî 1’ê kanûnê kir.