Malbatên girtiyan: Mafê jiyanê yê girtiyên nexweş tê binpêkirin 2022-10-12 13:16:11 AMED - Malbatên girtiyan ên Amedê di roja 330’emîn a çalakiya Nobeta Edaletê de bertek nîşanî rayedarên dewletê dan û wiha bang kirin: “Karê xwe bikin û peywira xwe pêk bînin. Mafê jiyanê yê girtiyên nexweş tê binpêkirin.”    Nobeta Edaletê ya ku malbatên girtiyan ên Amedê ku bi mebesta berdana girtiyên nexweş û yên înfaza wan hatiye şewitandin dabûn destpêkirin didome. Malbat, li ber deriyê Saziya Tip a Edlî (ATK) ya Amedê hatin gel hev.  Endamên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP),  Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alikariya bi Kesên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine re (MEBYA-DER),  Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY DER) ya Amedê, Komeleya Lêkolînên Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER) û Komaleya 78’an a Amedê jî ji bo piştevaniya malbatan tev li çalakiyê bûn.   Di çalakiyê de yek ji xizmên girtiyan Herdem Merwanî axivî û bertek nîşanî binpêkirinên li girtîgehan da. Merwanî, da zanîn ku ew mafên jiyanê yê girtiyên nexweş diparêzin û wiha got: “Tevî ewqas israra me jî dîsa mafên jiyanê, tenduristî û tedawiyê yên girtiyan nexweş hatin binpêkirin. Ev bû gelek car ku em daxwaza berdana girtiyên nexweş û yên înfaza wan hatiye şewitandin dikin. Lê heta îro jî bersiveke erênî nedan û berevajî vê, zexta derûnî ya li ser malbatan û girtiyan zêdetir kirin.”   ‘TUNDÎ LI GIRTIYAN TÊ KIRIN’   Bi domdarî Merwanî diyar kir ku hefteyek berê jî gotibû ku agahî ji bavê xwe nagire û wiha domand: “Ev 16 roj in rewşa bavê min roj bi roj xerabtir dibe. Em dixwazin bavê min bînin vê derê û em tedawî bikin. Lê belê rêveberiya girtîgehê vê daxwazê red dike û nahêle girtiyên nexweş bên tedawîkirin. Ev tundî li hemû girtiyan tê kirin. Me ev yek gelek caran got lê dengê me nabihîsin. Tevî ewqas hewldanên me jî rewşa girtiyên nexweş naxin rojeva xwe. Em vê nêzikatiyê şermezar dikin.”    ‘POLÎTÎKAYA XWE LI SER MIRINÊ NEKIN’    Di berdewamê de Merwanî bi bîr xist ku ev 11 meh in çalakiya xwe didomînin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Diviya bû di nava van 11 mehan de girtiyên nexweş bihatina tedawîkirin. Bavê min bû 16 roj ku nexweş e. Mafê wî yê jiyanê tê binpêkirin. Em vê yekê qebûl nakin. Bila rayedar karê xwe bikin û peywira xwe pêk bînin. Banga me ji bo hemû partiyên siyasî û saziyên civaka sivîl ev e; gelo heke hûn îro xwedî li me dernekevin dê kengî derkevin? Li ser mirinê polîtîka nabe. Em vê nêzikatiyê şermezar dikin. Divê girtiyên nexweş û yên înfaza wan hatiye şewitandin, di zûtirin demê de bên berdan.”    Çalakî, bi dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan” û “Heq, hiqûq, edalet” bi dawî bû.