Doza Denîz Poyraz: Hûn nikarin bi revandina dosyeyê delîlan veşêrin 2022-10-12 13:36:37 İZMİR – Hiqûqzanên ku piştî danişîna doza kujer Onur Gencer ê kujerê Denîz Poyraz sewqî dozgeriyê hat kirin, daxuyanî dan û gotin: "Hûn nikarin dosyeyê birevînin û ji me veşêrin. Bi veguheztina dosyeyê hûn nikarin delîlan veşêrin. Ji bo ronîkirina vê qetilkirinê em ê têbikoşin."   Danişîna 5’emîn a doza ku Onûr Gencer ji qetilkirina Denîz Poyraz tê darizandin li 6’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Îzmîrê hat lidarxistin. Rêveber û parlamenterên HDP’ê û serokên baroya piştî veguhezandina dosyeya dozê ya ji bo Alîgayê li ber edliyeyê daxuyanî dan.    'DOZÊ DIREVÎNIN’    Serokê Baroya Îzmîrê Ozkan Yucel diyar kir ku dixwazin danişînê ji welatiyan û parêzeran birevînin û wiha got: “Dema ku Cendirmeyan sîle li beşdaran dan, heyetek li dijî vê bêdeng ma hebû. Em ji bo Denîz Poyraz edaletê dixwazin. Em dixwazin ne qatilê xuyayî, yê ku çek daye wî û kesên wî teşwîq kirine û perwerde kiriye, derxin holê û bibînin. Ev êriş li dijî azadiya rêxistinê, li dijî jiyana bi hev re bû. Difikirin ku dê me ji holê rakin. Em ê her edaletê bixwazin. Wek baro em li dû bûyerê ne."   'DIXWAZIN DOZÊN CIVAKÎ ASTENG BIKIN’    Serokê Baroya Şirnexê Rojhat Dîlsiz jî wiha got: "Min heta îro bi dehan rûniştinên bi vî rengî şopandin. Lê belê li vir weke ku tê kirin, bi me re muamele nehat kirin. Di rewşên wiha yên civakî de, pêvajoyên lêpirsînê têk diçin û darizandineke saxlem nayê kirin. Îro parêzer tên astengkirin, em vê muameleyê qebûl nakin. Em ê ji bo Denîz Poyraz lêgerîna edaletê bidomînin. Em ê nehêlin ku di nava vê gemara tarî ya ku hatiye afirandin de winda bibe. Em ê vê dosyayê bişopînin. Em dizanin ku kujerên rastî wê bên darizandin. Em jî wek serokên baroyan dê şopdarê dozê bin."   HIŞYARIYA DOSYE DI TARIYÊ DE NEMÎNE    Serokê Baroya Mûşê Kadîr Karaçelîk jî hişyarî da ku doz di tariyê de nemîne û divê ji destê kî çi hat nehêle ku ser dozê bê girtin.    'DOSYE HAT REVANDIN’    Hevberdevka Komîsyona Hiqûq û Mafê Mirovan a HDP’ê Nûray Ozdogan jî destnîşan kir ku pir eşkere dosye ji wan hatiye revandin û ew ê destûr nedin dosye ji wan bê veşartin.